Ciwaneke Kurd bi awayekî nexuya di bajarê Merîwanê de hate binçavkirin

18:17 - 16 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd yê xelkê “Nê” ya ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 24`ê Befranbarê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Amanc Nîkpêyî” kurê Xalid û xelkê gundê “Nê” ya ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtila`atê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew ciwanê Kurd desteserkirine û bo cihekî nexuya veguhastin e.

Herwisa wê çavkaniya agehdar got: “Bavê wî ciwanê Kurd bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe serdana îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê kiriye û hêzên Îtila`atê dane zanîn ku navbirî girtin e û piştî 8 demjimêr lêkolîn azad kirine.

Heya dema bilavbûna wê nûçeyê, ji sedema desteserkirina wê ciwanê Kurd ti zanyariyek ji ber dest nîne.