Ciwanan zaftirîn pişk di girtîgehên Îranê de hene

20:13 - 9 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Nawenda navnetewî ya ku vekolîn li ser girtîgehên cîhanê kiriye, û rapra xwe eşkere kiriye, di rapora xwe de eşkere kiriye ku temenê heşîmeta girtiyan di welatê Îranê de bpêka çend salên derbazbûyî gihîştiye kêmtirîn asta xwe.

Rojnameya “Armanê êmrûz” di hejmara 2922 a xwe de bi gotina serokê rêkxistina girtîgehan û bi piştgirêdan bi amarên nawenda navnetewî ya vekolînê, vekolîn li ser girtîgehên cîhanê kiriye, eva di demekî de ye ku heşîmeta welatan ber bi temenê pîrbûnê ve diçe.

Esxer Cehangîrî di gotûbêjekê tevî rojnameya han de amaje bi kêmbûna temenê girtiyan agehdarî da, û got ku xisarên civakî guhertine, û temenê vê xisarê jî hatiye xwarê.

Bi gotina navbirî %64 ji kesên ku niha di girtîgehên rejîmê de ne, xêzandar in û %36 jî soba (zigortî) ne. Herwisa %46 kesên wisan in ku bo çend carî têne girtîgehê, û sedema sereke jî vedigere bo nebûna derfeta kar di nav civakê de.

Serokê rêkxistina girtîgehan di dirêjiya gotinên xwe de amaje bi vê kir ku %3 ji girtiyan ji jinan pêk tê, ku got di nava civaka me de ev texe zêdetir dikeve ber xisaran.