Cemal Xeznedar: Hêviya mijn e ku Beriya ez bimirim, nûnerê Kurdistanê li NYî bibînim!

16:53 - 17 Îlon 2012
Rewşenbîr û nivîskarê kurd Cemal Xeznedar kedek mezin daye kar û xebatên kurdawariyê. Wî di jêr zehmetiyan giran de arşîfek rojnamegeriya kurdî ava kiriye û ew hem li Almanya û hem jî li Kurdistanê derbasî qunaxa saziyek fermî kiriye. Ew herwiha bi amadekirina ensîklopediyek rojnamegeriya kurdî jî mijûl e. Cemal Xeznedar derçûyê kolêja Abdabê li Bexdayê ye.

Sala 1995ê Cemal Xeznedar ji Bexdayê derket û hat Ewropayê. Cemal Xeznedar zewicî ye, bavê du keç û kurekî ye û ew niha bajarê Almanya Hannoverê dijî. Li ser jiyan, proje û xebatên xwe, Cemal Xeznedar ji Rûdawê re axivî.

Rûdaw: Xebata we ya ensîklopediyê di kîjan kunaxê de ye?

Cemal Xeznedar: Projeya min nivîsandina dîroka rojnamegeriya kurdî ye, ji sala 1898 – 2010 û ji 12 beşan pêk tê. Heta niha beşa “A“ hatiye çapkirin û belavkirin. Yên din jî amade ne.

Çima we pêwîstî bi xebatek wiha dît?

Ji bo ku dîrokek ji rojnamegeriya kurdî re bê danîn û arşîfa wê winda nebe min ev proje destpêkiriye û heya ku emrê min maye ezê tê de bixebitim.

Kengî û çawa we hizra komkirina rojnameyên kurdî kir?

Her ji roja çavê min bi yekem rojnameya kurdî “Rojnameya Kurdistan“ ketî. Tenê me bi nav zanîbû ku rojnameyek heye, lê me nedîtibû. Pirr rojnamevan û nivîskaran behsa wê dikirin. Me bi rêya rojnameya Teaxî û Birayetî di 22.04.1968 de dît, birayê min Dr. Marûf Xeznedar 4 laperên wê tê de belav kiribûn. Ji wê rojê ez ketime nav xebatê bo komkirina rojnameyên kurdî yên kevin.

Kê alîkarî da we heya ku hûn bikarin rojnameyan bidest bixin?

Sala 1973ê Birêveberiya Rewşenbîriya Kurdî li Bexdayê destkefteka rêkeftinnameya 11ê Adarê di navbera Kurdan û hikûmeta Bexdayê de bû. Me dixwest festîvaleke mezin organîze bikin bo bîranîna 75 saliya derketina yekem rojnameya kurdî. Di wê demê de Dr. Marûf Xeznedar pêşniyar kir ku roja 22.04. bibe roja rojnamegeriya kurdî.

Ji bo wê festîvalê min pirtûkek amade kir, bi navê “Rahberê Rojnamegeriya kurdî“ ku bi zimanên kurdî, erebî û îngilîzî bû. Mixabin festîval ji ber sedemên siyasî hat îptalkirin, bi biryareke wezareta çandê ya Hikûmeta Îraqê. Wan dixwest em tenê li ser rojname û kovaren kurdî yên li Iraqê derdikevin biaxivin û bidin nîşandan. Wan digot rojnameya “Kurdistan“ li derveyî Iraqê çêbûye, eleqeya me pê tine. Ev bû egerek bihêz ku ez bikarim ji xwe arîkariyê bistînim û berdewamiyê bidim xebatên xwe heya îro.

We li kû karê ragehandinê kiriye?

Ez peyamnêrê kovara “Şefeq“ bûm li Bexdayê. Kovar li Kerkûkê derdiket û bi zimanên kurdî û erebî bû.

Çend rojname û kovar di arşîfa we de hene?

Dema ku arşîfa min li Bexdayê bu hezar kovar û rojname tê de hebûn, ew rojname û kovar ne tenê yên ku li Başûr derdiketin bûn, lê yên parçeyên din jî tê de hene. Ji bo zanîna we, hin wêne, kamera, berçavk û pênûsên rojnamenûsên kevin tê de hene

Ew yên kê ne?

Erê, berçavka Husên Mukiriyanî di arşîfa min de ye û pênûsa Pîremêrd, kameraya Hûsên Arif û çanteyê Şêrko Bêkes û pirr wêneyên wan jî hene.

We çima arşîf li wir hişt?

Ji ber sedemên siyasî ez sala 1995ê ji Bexdayê derketim û hatim Ewropayê, arşîf jî di mala min de ma.

Kengî û çawa we arşîf bir Hewlêrê?

Sala 1995ê min nameyek ji serok Barzanî û Mam Celal re şand ji bo alîkariya min bikin, ji bo ku em arşîfê biparêzin, yan bibin Hewlêrê. Ez hatim haydarkirin ku nameya min negihiştiye destê Mam Celal, lê serok Barzanî piştî 2 salan bersiva min da, ji bo cara pêşîn e nameya wî belav dikim, ew jî bi rêya Rûdawê. Ji ber ku min nikarîbû herim Bexdayê, naçar bûm heya piştî rizgarbûna Îraqê ji rejîma Saddam Hiseyn rawestim. Sala 2004ê min arşîf neqilî Hewlêrê kir.

Dixwazim wê jî bêjim ku helwesta Barzanî helwesteke nîştimanperwerî bû, hevxem bû ligel min ku em arşîfê biparêzin, ew cihê rêzgirtinê û spasiyê ye.

Weke em dizanin mala ku arşîf tê de ye, mala we ye. Hikûmet ti cihên taybet nedane we?

Belê, milk û malê bavê min e û ji min re maye û bi şanazî dibêjim ku xerciya wê hemû li ser min e. Parêzgarê Hewlêrê kek Newzad Hadî li qelayê malek bo me dabînkiriye, lê ne deriyê wê heye, ne jî pencere heye, mal vala ye, pêwîstiya wê bi temîrkirinê heye, xerciyeke pirr lê diçe, lê naxwazim.

We arşîf li Başûr kiriye saziyeke fermî?

Erê, li Başûr û li Almanyayê jî em fermî kar dikin. Sala 1998ê min li Almanyayê arşîf kir saziyeke fermî bi navê “Sentera Arşîf û Vekolînên Rojnamegeriya Kurdî – Zentrum für Archivierung und Studium des kurdischen Journalismus e.V.). Desteya senterê ji akademisyenên kurd pêk tê ku ew jî ev in: Edîb Çelkî, Dr. Serwer Ebdulah, Dr. Emîr Esedî, Xalid Şeyda û Kerîm Germiyanî. Ji sala 2011ê de li Hewlêrê jî senter heye. Di plana me de ye ku ya li Başûr bikin sentera navendî û ya Hannoverê jî weke liqeka wê be.

Hûn kar û xizmetên hikûmeta Başûr çawa helsengînin?

Nebûn, an kêm tecrûbeya di nava Hikûmeta Kurdistanê de li ber çav e, pêwîstiya wan bi kesên weha heye ku ji berjewendiya kesî (xwe) dûr bikevin û di berjewenda giştî de bixebitin, wê bikin program bo cîbicîkirinê.

Hûn rojnameya Rûdawê çawa dibînin?

Bi şanazî dibînim ku li Ewropayê roleke wê ya mezin heye, ku bi zimanekî rastgoyane diaxive, hêviya min wiha ye xwe ji kêşeyên hizbayetî dûr bixin, bêtir ber bi axaftina azadiya mirovê kurd li Ewropayê biçin û belav bikin.

Bi giştî hûn rojnamegeriya kurdî di çi rewşê de dibînin?

Bi giştî, ji ber ku em miletê kurd zor birsî û têhniyên azadî û serbestiya rojnamegeriya kurdî ne, pirrbûna rojname û kovarên kurdî li Kurdistanê hinek astengî dirust kirine, ku mirovê kurd nikaribe wan hemuyan bi dest bixe, yan jî bixwîne. Ligel vê yekê jî, bi nêrîna min pêşketin heye di warê çandî, edebî, hunerî û werzişî de.

Hûn texmîn dikin ku Kurd rojekê bibin xwedî dewlet?

Bêguman, kî bivê, nevê, Kurdistan wê bibe dewletek mîna hemû welatên din. Hêviya min ewe ku beriya ez bimirim nûnere Kurdistanê li Neteweyên Yekgirtî bibînim ku bi kurdî biaxive.

Jêder: Netewe