Çelengek siyasî ê Kurd û xelkê bajarê Bokanê bi neçarî welat bi cih hêşt

13:14 - 15 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:” Sed Eyubî” kurdê Seîd û xelkê bajarê Bokanê seba zext û givaşên dezgehên îttlatî û ewlekarî ên hikûmeta Îranê bi neçarî welat bi cih hêla.

Sed Eyubî çelengê siyasî ê xelkê bajarê Bokanê bi Ajansa Kurdpa ragehand:çend şevan berî niha Îdareya Îttlat a Îranê daxwaz ji min kirine ku xwe bi Îdareya Îttlatê binsînim, lê seba vê yekê ku min hest bi metirsiyê dikir, ez neçûme Îdareya Îttlat û heyamê çendîn rojan li gundên derdura Bokanê min xwe weşart.

Çelengê siyasî bas ji vê yekeê jî kir ku çend rojan berî niha ji aliyê hêzên îttlatî ên Komara Îslamî a Îranê jibo girtina min serdana mala min kiribûn lê seba vê hindê ku ez li mal nebûme bi xortî hereşe ji malbata min kirine û daxwaz kirine ku cihê min jibo wan beşkere bikin.

Sed Eyubî berwar 29’ê Sermaweza îsal ji aliyê hêzên îttlatî ên Komara Îslamî a Îranê li bajarê Bokanê de hate girtin û piştî 2 rojan lêpirsînê hate azad kirin.

Li heyamê çend mehên bihorê de çendîn çelengên Xwendekarî û Ferhengî ên naskirî wek: Ebas Kakeyî, Dîyako Xeyatî, Şaho Husêynî, Hesen Melak seba hereşe û goreşên navendên welekarî ên rejîma Îranê welat bi cih hêlane.