Çelangek xwendekarî ê Kurd bi zîndanê hat mekum kirin

13:13 - 17 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: yek ji çelengên xwendekarî ên Kurd ji aliyê dezgeha Qezayî a Komara Îslamî a Îranê bi zîndanê hatibû mehkum kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa: çend rojan berî niha çiqa yekem a dozgeriya bajarê Sinê hûkmê 6’mehan hepas û helpesêrana hûkmê han jibo 5 salan bo çelengek xwendekarî bi navê “Mehdî Doago” mehkûm kir.
Dadgeha Şoreş a bajarê Sinê sûçê “Mehdî Doago” berpirsyarê yeketiya xwendekarên Kurd, çalakî li dijî tenahiya nizam,ê ragehand ku piştî pêdaçûna hukmê han ji aliyê liqa 4’a dadega pêdaçûnê Parêzgeha Sinê hat pişt rast kirin.
Berê jî yekeytiya Demokart a Xwendekarên Kurd di daxûyaniyekê de zext û givaş û girtina çelengê siyasî,sivîl û xwendekarî wek mînakek din ji tund û tîjiyên Komara Îslamî a Îranê li dijî wan çelengan dabû zanîn.

Ev xwendekarê zanîngeha Azad a bajarê Urmîyê seba pişikdarî li salvegra kuştina Îbarhî Lutfulahî” de ,li gel çend çelengên din ê xwendekarî û ferhengî hatin girtin ku paşê bi danina barimteya 50 milyon timenî bi awayekî demkî serbest hatin berdan .