Çekdanîn yan lihevkirin? (Demhat Dêrikî)

15:40 - 22 Îlon 2012
Nava Tirkiyê dikele! Li bakurê Kurdistanê roj bê kuştin derbaz nabe. Roj nîne ku leşker û polîs neyên kuştin çemên girî ji dilên dayîkên Tirk li ser darbestên zarokên wan nehirike…Û dayîkên Kurd jî hêsirên xwe di nava êşên zarokên xwe yên wendayî , mirî de li bin banê hêviya ku ev şer raweste diveşêrin.

Lê berpirsên bilind yên Tirkiyê, çapemeniya Tirkiyê, nivîskarên Tirkiyê yên bi pênûsa xwe bazirganiyê ser xwînê dikin ku naxwazin ev şer bi dawî bibe berê xwe dane balefira ji aliyê Sûriyê ve hatî xistin û weku li welatê Tirkiyê tiştek nebe rojeva rastî ya Tirk didin ji bîr kirin.

Lê ji aliyekî din ve jî; girtin, kuştin, operasyon li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê berdewame. PKK’ê jî bibiryar daxwaza mafê gelê Kurd yê rewa dike. Lê Erdogan banga çekdanîna PKK’ê dike û ji aliyekî din ve Erdogan ‘pirsa Kurdî û PKK’ê ji hev cuda dike’ û ev pirs her ku diçe di nava Tirkiyê de digihe asta teqîneke ku dê bandora xwe li aborî û siyaseta Tirkiyê ya derve bike.

Di serî de Emerîka û Rûsya û dewletên mezin yên cîhanê vê yekê dibînin. Berî niha Wezîrê Parastina Emerîka bang li Tirkiyê kir ku ‘ev pirs divê aliyê xwe yê siyasî jî hebe, tenê rêya leşkerî têr nake.’ Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê der barê rewşa Sûriyê bal kişandibû ser pirsa Kurdî ya li Rojhilata Navîn û gotibû ‘pirseke metirse li Rojhilata Navîn.’

Bê guman, di rewşa niha ya li Rojhilata Navîn de PKK’ê şer zêdetir gur bike dê ji bo Tirkiyê derbeke mezin be.

Ya rast çi ye?

Lihevkirine.

Lihevkirin û paşê çekdanîn.

Bi gotinên divê ‘çek bê danîn, werin xwe radestî dewletê bikin, pirsa PKK’ê cuda ye ji pirsa Kurdî’ pirs aloziya xwe kûrtir dibe, zêdetir xwîn tê rijandin. Ango çîrokên berê, axivitinên dubare ku Erdogan ji bo pirsa Kurdî bilêv dike ti çareseriyê bi xwe naîne ji bilî vekirina şerekî dirêj û têr kuştin di navbera PKK’ê û Artêşa Tirkiyê de.

Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan aşkere bersiva dewlet û Erdogan da.

Karayilan gotibû çi?

Karayilan gotibû “Yekane rêya çareseriyê ne çekdanîne. Yekane rê bidawîkirina pêkanînên siyasiyên mêtîngerî yên dewleta Tirk yên li Kurdistanê ye û naskirina hemû mafên xwezayî yên gelê Kurd e.”

Peyama Karayilan aşekere û zelale, ango Karayilan dixwaze bêje; ‘bila kesek nefikire ku em ê çekan deynin berî mafê gelê Kurd bê dayîn. Ji bo mafê gelê Kurd heta dawî em ê şer bikin. Ger dewlet dixwaze pirsê çareser bike bila çekdanînê di hişê xwe re jî derbaz neke. Bila fermo bikin em gotûbêj bikin, mafê Kurd mîsoger bikin, wê dem ê em jî amadene çekan deynin.’

Ji ber ku bê standina mafê Kurd, çekdanîn tê wateya; radestî, bê rûmetî û xiyaneta li gelê Kurd û şehîdên dozê. Lê, lihevkirin rûniştina li dora mêza gotûbêjê û di encama diyalogê de îmzekirina peymanan ku mafê gelê Kurd mîsgor dike ye.

Di vir de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikare roleke dîrokî bilize.

Her dawî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna çapemeniyê ya ligel wezîrên Karê Derve yên çend welatên Ewrûpa de bal kişandibû ser vê mijarê û gotibû ‘ev pirs ne bi şer, bi diyalog û aştiyê tê çareserkirin.’

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çareserkirina pirsa Kurdî de dikare pêngavne erênî di warê civandina her du aliyan de li dora mêza diyalogê biavêje. Na, axivitinên weku ‘nûnerên vî perçeyî hene, serokê vî perçeyî heye, partiya vî perçeyî heye, parlementerên vî perçeyî di meclîsa Tirkî de hene’ û rola kesên girîng ji bo Kurdan ji nedîtî were ti mifayê nade.

Her kes dibîne, her kes dizane ku nûnerên bakurê Kurdistanê hene, lê girîng çawaniya çareserkirina pirsa Kurdî ye. Û bidawîhatina şerê di navbera PKK’ê û Artêşa Tirk de li ser bingeha lihevkirina di navbera du aliyan de.

Bila em tim sipasdar bin ji wan kesan re ku yên ku hewl didin her du aliyan li dora mêza lihevkirinê kom bikin û dawî li vî şerî bînin. Nexwe tenê çare lihevkirine.

Jêder: Nûçexane