Çavnihêrê vegeşîna aboriyê piştî “Bercamê” nebin

20:19 - 14 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Cihgirê Wezîrê Karê Derve ê Komara Îslamî ragehand: “Nabe em çaverê vegeşîna aboriya welat piştî “Bercamê” bin”.

Rojnameya “Himayet” di hejmara xcwe de raporek li ser axivtinên “Ebas Îraqçî” cihgirê Wezîrê Karê Derve ê Hikûmeta Îslamî ya Îranê belav kir ku tê d ehatiye: “Di rêûresma rêzgirtina ji Îraqçî de, navbirî bas ji hinek ji xweşxeyaliyên piştî became kiriye.

Îraqçî ragehandiye: “ Nabe ku em çaverê bin ku piştî wajûkirina became aboriya me geşe bike, p hekî me jêve be ku piştî bercame hemû deriyên aboriyê li ser Îranê têne vekirin, em şaş in, berevajî hewce ye ku em demeke zêde danên, da ku li cem kompaniya û bankên mezin baweriyê ava bikin, û wê demê hewl bidin di Îranê de sermayê bixin ger.

Ew gotin piştî vê yekê belav dibin ku piştî wajûkirina lihevkirina navkî ya Îranm û Rojava, Hesen Rûhanî di gotûbêjeke televîzyonî de mizgîniya vê da xelkê, ku xwe ji bo geşekirina aboriyê bi awayekî serkevtî amade bikin, û di vê rasteriyê de berdewam rojname û ragehandin ên ser bi baskên hikûmetî banga baştirkirina rewşa şipirz ya aboriya Îranê piştî became dikin.

Rûhanî di beşeke din ji vê dîmaneya televîzyonî de ragehandiye ku: “Piştî wajûkirina became, hemû rojekê 10 heya 20 kompaniyayên mezin ji bo sermayedanînê rû li Îranê dikin!” û ew yek jî dibe sedema vejiyana aboriya welat.