Çarenivîsa Zehra Mihemedî endama Encûmena Kultûrî û Civakî ya Nûjînê nezelale

16:50 - 28 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê derheq bersivdana zelal derheq çarenivîs û cihê xwedîkirina wê endama Encûmena Kultûrî û Civakî ya “Nûjînê” xwe diparêzin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hêzên îtila`atê ji bersivdaneke zelal derheq çarenivîsa wê endama hatî desteserkirin ya Encûmena Kultûrî û Civakî ya “Nûjînê” xwe diparêzin.

Yek ji endamên Encûmena Kultûrî û Civakî ya “Nûjînê” di vê derheqê de ji Ajansa Nûeçgihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku, tevî bidûreçûnên malbata Mihemedî, Encûmena Nûjîn û çalakvanên medenî, hêzên îtila`atê ji dana zanyariyên zelal derheq tohmetên Zehra Mihemedî xwe diparêzin.

Roja Duşemî 6`ê Cozerdana 1398`an, endamê Encûmena Kultûrî û Civakî ya “Nûjînê”, li pêşberî dadweriya bajarê Sine, kombûnên nerazîbûnê lidar xistin û daxwaza azadkirin bilez û bê şert û mercy a Zehra Mihemedî endama hatî desteserkirin a vê encûmenê kiribûn.

Roja Yekşemî 5`ê Cozerdana 1398`an, du endamên hatinî desteserkirin yên Encûmena Kultûrî û Civakî yên “Nûjînê” yên bi navên “Êdrîs Minberî û Rêbwar Minberî” xelkên bajarê Sine hatibûne azadkirin û Zehra Mihemedî endameke din ya vê encûmenê heya niha jî desteserkiriye.

Roja Pêncşemî, ev sê çalakvanên medenî yên Kurd bi bê destûra dadweriyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.