Çarenivîsa Xwendekarek Kurd ê li xwendin bê pişkkirî, ne rohn e

16:28 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: pêka Rapora Malpera Feryadê Sebz, çarenivîsa xwendekarek Îlamê ku ji jêhatiyên zanistî di astê Îranê de ye ne rohn e.

Malpera Feryadê Sebz belav kiriye ku Husênelî Mûsewî, di sala îsal de bo cara 5’ê ji aliyê Hêzên Tenahî anku Ittila’atê ve hetiye binçavkirin ku li çarenuvîsa wî tu tiştek nehatiye zanîn.

Ev xwendekar nivîskarê 65 pirtûkan û zaftir ji 8 gelaleyan li ser warê “Sen’eta Hewa Feze” ye ku bi sedema hizrên Siyasî ketiye ber êrîşê.

Sûçên wî, hewildan bi dijî Tenahiya Netewî, Piropagende bi dijî Hukûmetê, çalakiyên ne yasayî ên wizeyî, têkilî tevî aliyên biyanî û torên Nûçegihaniyên Rojavayî bûne.

Li salên derbasbûyî de hin ji bîrmend û xwedî zanistên warê nawekî an ku wizeyî ketin ber destrêja kesên ne nskirî ve hatine kuştin.