Çarenivîsa Wilatiyek Kurd nediyare

15:54 - 20 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: wilatiyekî xelkê bajarê Mihabadê piştî destbiser kirina wî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê çarenivîsa wî nediyare.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê, berwar 27ê Sermawez, wilatiyekî Kurd bi navê “Hesen Melak” ê xelkê bajarê Mihabadê ji rêya telefonê bo Îdareya Îttlat a wî bajarî tê gazî kirin. Piştî ku navhatî serdana Îdara Îttlat dike tê girtin .

\"10312.jpg\"
Çavkaniyekî haydar bi Kurdpa,ê’ ragehan ku: berwar 29ê Sermawez, kurdekî navbirî ê binavê Hîwa Melak gazî Îdareya îttlatê têkirin û piştî lêkolînê serbest têberdan.

Çavkaniyê got ku serbarî lêpirsîna malbata Hesen Melak çi zaniyarîyek li ser sedema destbiser kirn û cihê destbiser kirina wî nehatiye eşkere kirin.
Hesen Melak di salên 1369 haya 1378 a rojî de li jêr çavedêriya îttlatê bûye û li sala 1370a rojî bo heyamê 3 salan jibo bajarê Miyanduavê hatibû durxistin.