Bodceya îsal aliyê kêm 56 hezar milyard tûmen kêm kiriye

19:38 - 19 Çirriya paşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Endamekî Komîsyona bername û bûdceya Meclîsa hikûmeta Îslamî a Îranê ragehand ku îsal aliyê kêm 56 hezar milyard tûmen bûdce yê kêm hebe.

Rojnameya “Ebrarê Êqtsad” ji zarê Ce’ifer Qadirî endamê komîsyona bername û bûdceya Meclîsê ve belav kiriye: Heya niha dewlet tenê dikare bersiva xercên rojê bide, û bi sebeba kêmbûna dahatê, têçûya piroseyên avadaniyê (Omranî) wê kêm be.

Navborî tevî hêvîxwastin bo vê yekê ku serçavên bûdca îsal gihîştiye 236 hezar milyard tûmenî, û ragehandiye jî: Ku eger tenê hêza cîbicîkar gellek jî çalak be, tenê dikare nêzîk bi 180’ê hezar milyard tûmenî ji wan çavkaniyane dabîn bike, û eva ku dimîne jî kêmbûna bûdcê ye.

Li gor gotina Ce’ifer Qadirî yek ji wan sedemên kêmhatina bûdcê, lawazbûna dahata petrolê ye û biryar eva bû ku heya 6’ê Sermaweza Îsal bernameya şeş a bodcê ya pêşniyarkirî ji bo sala 1395’an radestî meclisê bê kirin.