Beyî hunermendên Kurdîaxiv pêşketina muzîka Kurdî ne mumkûn e

20:39 - 19 Îlon 2012
Ercan Bîngol

Hunermend Ercan Bîngol beriya 2 mehan albûma xwe ya bi navê \"Ron\" derxist. Albûm ku bi şêwaza blues hatiye amade kirin gellek bal kişand. Me jî wek HAWAR NET bi Ercan Bîngol re ser albûma wî, xebatên wî yên dawî û li ser rewşa mûzîka Kurdî axifîn. Ercan Bîngol bersiva hin pirsên ku wek bûne kevneşopiyek HAWAR NET\'ê wiha bersiv da.

- Birêz Ercan te albûma xwe ya nû a bi navê “RON” beriya çend mehan derxist. Ka tu dikarî xwe hinekî xwendevanên me re behs bike ku Ercan Bîngol çawa dest bi mûzîkê kiriye?

Ercan Bîngol: Baş tê bîra min, di zarokatiya xwe de dema ku stranek dihat guhê min, ez di cîhê xwe de disekinîbûm. Li mal ba ma di odekî tarî de, li derve derekî bama jî berê min ber bi ezman min guhdariya wê stranê dikir. Hema bê deng! Ez dikarim bêjim min bi guhdarîkirina bêdengiya muzîkê dest bi muzîkê kir.

\"Hêmanên hevpar ya Kurdan û Afro-Amerîkîyan hene\"

-Hûn terza xwe wek “bluesa kurdî” bi nav dikin… Hûn dikarin hinek ser meseleya “terz”ê nêrînên xwe bêjin?

Ercan Bîngol: Bi dinyayê ve tê zanîn ku blues li hember koletiyê serhildanek e û terzekî Afro-Amerîkî ye. Wek Kurdek li Tirkîyê dijîm tu têkiliyên minê bi serî hildanê li hember xulamiyê çandî û polîtîk tune bîya wê tiştekî sosret ba. Ne wisa? Di hela mafên bingehîn de gelek hêmanên hevpar ya Kurdan û Afro-Amerîkîyan hene. Her tiştê gelen bindest nêzê xwe dibînim. Muzîka Kurdî û blues di hêla rêderan de ne cûda ne. Lewma blues!

-Albûma we di medyaya sosyal de gelek deng veda. Li gorî we albûma we di bi giştî medyaya Kurdî de baş cîh girt an na?

Ercan Bîngol: Belê we rast got. Bi riya medyaya sosyal dengvedana albûma min ji bo min kêfxweşiyek e. Di demek nêz de jî “RON”, bi beşdarbûna min ya bernameyên televîzyonan, hêvîdar im, cîhê xwe di medyaya Kurdî de jî bigre.

- Hûn difikirin klîbek ji stranekî albûma xwe bikişînin?

Belê, em li ser difikirin lê niha kîjan stran e ne diyar e.

\"Hinek stranbêjên Kurd ku bi stranên gelêrî distrên di warê pêşxistina muzîka gelêrî ya Kurdî de tew ji TRT xerabtir in.\"

-Li gor reaksîyonên pêşîn gûhdarên we herî zêde kîjan stranên di albûma we ya “RON” de hez kirine?
Ez dikarim bêjim Bluesa Benda Sînê, Kûçik Hatin, Xwe Ker Ke û Ne Pir Dereng e stranên ku herî zede hatine guhdarîkirinê ne.

- Piranîya komên Kurdî mûzîka sentez çêdikin an jî bi temamî girêdayî mûzîka gêlerî dimînin. Bêgûman divê mûzîka gêlerî ya Kurdî bê parastin û pêşxistin. Jixwe bi sedan hunermedên kurd hilberînên xwe di vî warî de pêk tînin. Di mûzîka Kurdî kêm bûna hunermed an jî komên ku rock, pop an jî terzên alternatîf çêdikin hûn çawa dinirxînin? Gelo gel, gûhdar wisa dixwazin?

Divê ku bersiva vê pirse bi du alîyan be. Bêguman muzîkjenên niha guhdarên berê ne. Ez bi dilfrehî dikarim bêjim muzîkjenên niha guhdarên niha ne jî. Pergal guhê girsê bi çi rengî tijî bike an jî bixapîne girse jî muzîkê bi vî rengî dixwaze. Ev tiştî ku ez qal dikim bi vê pirsê re girêdayî ye: Muzîkjen xwe ji qirêjiya pergalê xilas kiriye an na? Jixwe yekê ku xwe bi pergalê lewitandiye nikare terzekî alternatif derxîne holê. Muzik tiştekî divê ku tu li ser bifikirî ye. Gelo kîjan pergal dixwaze endamekî wî bifikire?

Ji bilî vana divê stranên gelêrî di bin baskê saziyekê bê parastin. Divê berhevkarên vê saziyê hebin û gund bi gund bigerin û van stranan tomar bikin û notayên wan binivîsînin. Bi vî awayî dikarin stranên gelêrî yên Kurdî li hember saziyên wekî TRT jî biparêzin. Wekî hûn zanin berhevkarên TRT û çend stranbêjên Kurd bi sedan stranên gelêrî yên Kurdî dizîn û wergerandin zimanê Tirkî û xistin nava repertuvara xwe. Hinek stranbêjên Kurd ku bi stranên gelêrî distrên di warê pêşxistina muzîka gelêrî ya Kurdî de tew ji TRT xerabtir in.

\"Muzîkjenên Kurd ku wekî rêhevalekî pergalê dijîn sedema xitimîna mûzîka Kurdî ne\"

- Derbarê pêşketin û kêmasiyên salên dawî a di muzîka Kurdî de nêrînên we çi ye? Mûzîka Kurdî li gor we ber bi ku ve diçe û divê ber bi ku ve biçe? Behsa “xitimîn”ê tê kirin… Fikrên we ser vê meseleyê çi ne? Pêşniyarên we çi ne?

Stranbêj û komên nifşa nû min dilşa dikin, bi rastî. Ev stranbej û komên ciwan bi terz û dengên cûda distrên. Li gor min ev pêşketinek e. Lê ne bes e. Xitimîn? Wek bersiva pirsa we ya jorîn min behsa pergalê kir. Li gor min, muzîkjenên Kurd ku wekî rêhevalekî pergalê dijîn sedema vê xitimînê ne.

- Wek tê zanîn êdî bi saya medyaya înternetê û torên sosyal de êdî hunermend dikarin bi avayekî erzan xwe bigehênin gûhdarvanên xwe. Wisa xûyaye hûn jî hewl didin ku medyaya înternetê baştir bikarbînin, ne wisa?

Bêguman! Ji bilî erzanbûna wî, tu dikarî xwe bigihîjînî girseyek mezintir û ciwan. Di heman demê de tu dikarî di demek kurt de bi nêrînên guhdaran li ser stranên te çi ne agahdar bibî.

- Wek tê zanîn li cîhanê bazara mûzîkê ji ber înternetê di qrîzê de ye. Her wiha ji ber rewşa taybet a Kurdan jî firotina albûmên Kurdî qels e. Di rewşeke wiha hûn derxistina albûman çawa dibînin? Gelo albûm êdî tenê ser înternetê bê weşandin ne baştir e?

Mixabin bazara muzîka Kurdî qels e. Ma berê ku înternet ne belavbûyî bû, wî demê jî firotana albûmên Kurdî ji ber mp3an ne xurt bû. Baş e ku albûm li ser înternetê jî bê weşandin. Lê belê mafên telifê yên ew stranan bi rêya saziyên wek MESAM an jî MSG baş bê şopandin. Bila stranbêj muzîkên xwe stran bi stran neweşînin. Beravajî stranên xwe di albûmekê de kom bikin. Ji ber ku her albûm di xwezaya xwe de baş an jî xerab xwediyê çirokekê ye.

\"Divê şîrketên muzîkê jî di vî warî de piştgirî bidin hunermendên xwe\"

- Tê dîtin di demên dawî de eleqeya ser mûzîka kurdî hinekî kêmtir bûye. Wekî mînak li cafe û barên Amedê mûzîka Kurdî pir kêm tê lêxistin. Cihên ku mûzîka Kurdî lêdixin jî piranî stranên kevn lêidixin. Di vê rewşê berpirsyariya hunermendan jî nîne gelo? Gelo yek ji sedema vê yekê dikare bibe kêm hewl dayîna hunermendan bo nasandina albûmên xwe yên nû. Bi taybetî jî hunermedên ji nifşa nû ya wekî we...

Bi rastî sedem gelek in. Heger dixwazin ezê behsa berpirsiyariya hunermendan bikim. Yekê ku wek hunermend tê binav kirin divê xwediyê berpirsiyariyê be. Li gor min nikare derkeve derveyî rastiyên jiyana xwe. Divê yekê / yeka ku derd û gazin û gilîyên wî / wê hene bi hunere re mijûl be. Wekî din bi min vala tê û ne xwediyê nirxekê asta bilind e. Beravajî bi min tiştekî ji rêzê ye.

Heta ji destê hunermendan tê nasandina albûmên xwe yên nû dikin. Ev tişt piranî bi produksîyonan ve girêdayî ye. Divê şîrketên muzîkê jî di vî warî de piştgirî bidin hunermendên xwe.

- Hunermedên ku Kurdî distrên di jiyana xwe ya rojane de zimanê Tirkî bikar tînin, hûn vê yekê çawa dibînin û gelo beyî jiyaneke bi Kurdî mimkune hûnera ser hîma Kurdî were pêşxistin?

Ez bixwe jiyanê bi zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî dijîm. Ji ber ku em bi gelên din re jî di têkilîyê de ne û bi karekî re mijûl in, dixebitin. Mixabin ez wek Kurdek li Tirkîyê jiyanê perçe bi perçe dijîm û divê ez di nav van jiyanan de bikaribim biherikim û cîhê xwe bizanibim. Ma lewma min navê “RON” li albûma xwe kir. Heger hunermendên ku bi Kurdî distrên nikarin di jiyana xwe ya rojane de hertim Kurdî bikar bînin, bila bi Kurdî bifikirin. Hewce ye ku hunermendên bi Kurdî distrên Kurdî bizanibin û Kurdîaxiv bin. Beyî hunermendên Kurdîaxiv pêşketina muzîka Kurdî ne mumkûn e.

\"Gelek klîp bi pere an jî bi rêya têkilîyên şexsî tên weşandin\"

- Di televîzyonên mûzîka kurdî de stranên hunermendên nifşa nû ku albûmên nêzî rock an jî popê çêdikin hema bêje qet cîh nagrin. Hûn sedema vê yekê çi dibînin?

Qelsbûna produktoriya muzîka Kurdî yek ji sedemên herî mezin e. Ji bo stran di televîzyonan de bên weşandin klip pêwîst e û klip bimesref e. Ji bilî vî tiştî ez bawer nakim televîzyonên Kurdî pir qayilê weşandina stranên bi terzên blues, rock an jî popê ne. Jixwe gelek klîp jî -wek albûman- bi pere an jî bi rêya têkilîyên şexsî tên weşandin. Ez û gelek hevalên min ên muzîkjen di vî warî de sêwî ne. Hêvîdar im biguhere.

- Hûn kîjan enstrumanan dikarin lêdin?

Gîtar, tembûr, kemana kundirî, bilûr, ney, cimbiş, ûd û hwd. Lê belê ji ber muzîka bluesê ez bi piranî bi gîtarên akustik û elektrîk re mijûl im.

- Bi helbest û wêjeya Kurdî têkîlîya we çawa ye?

Heta ji deste min tê, ji bilî muzîk û karê xwe, berê xwe didim helbestvanên Kurd. Yek ji wan jî hevalê minê delal, Memê Mala Hine ye. Carna bi wî re li ser wêjeya Kurdî nîqaşên me jî çêdibin. Memê Mala Hine wxediyê helbesta Lo Lo Qulingo ye. Di albûma duyem de jî herî kêm dê helbestekê wî cîh bigre.

- Hûn herî zêde kîjan hunermendan (Kurd û biyanî) gûhdarî dikin? Hûn bi taybetî jî ji nifşa nû ya mûzîka Kurdî kîjan hunermendan gûhdarî dikin?

Ez –ji nifşa nû an jî ji nifşa berê, baş an jî nebaş- guhdariya hemû stranbêjên Kurd dikim. Hemû hêja ne û divê muzîkjenek ku bi Kurdî distrê, hemû stranbêjên ku bi Kurdî distrê nêz ve nas bike. Lê bes, ez dikarim bêjim ji dengbêjan Şeroyê Biro û Şebabê Egîd gelek hez dikim.

Ji hunermendên biyanî guhdariya B.B. King, Buddy Guy, Albert King, Albert Collins û hwd. dikim.

- Hûn niha ser çi xebatan mijûl in? Projeyên we çi ne? Konser û hwd…

Di rojeva me de çend konsert hene.

\"Ji kerema xwe muzîkjen û stranbêjên Kurd bicivin û ji bo pêşxistina muzîka Kurdî gengeşî bikin\"

- Xewna we ya bextewariyê çi ye?

Hema, ez amûrek bama û bikaribama strana azadiyê lêdama, ji serê min zêdetir dibû.

- Qehramenekî we heye gelo?

Ji qehremanan pir hez nakim.

- Tiştekî ku we herî eciz dike çi ye?

Durûtî.

- Felsefeya we ya jiyanê çi ye?

Tiştekî ku nekuje xûrtir dike... (Friedrich Nietzsche)

- Rojekî normal ya Ercan Bîngol çawa derbas dibe? Ji xeynî mûzîkê hûn herî zêde bi çi re mijûl in?

Ez li Enqerê dijîm û karê wergerandin û mamostetiya zimanê Îngîlîzî dikim. Sere sibê diçim kar û êvarê dizivirim mala xwe. Heta razim jî piranî bi muzîkê re mijûl im an jî tiştan dixwînim.

- Di dawiyê de derveyî pirsên vê hevpeyvînê hûn dikarin tiştek bêjîn ji xwendevanên me re û lê zêde bikin…

Ji kerema xwe muzîkjen û stranbêjên Kurd yên her terzê li hev bicivin û ji bo pêşxistina muzîka Kurdî gengeşî bikin.

- Em wek HAWAR NET’e spasiya we dikin û di karên we de serkeftin û pêşketinê dixwazin...

Ez jî spasiya we û xebatkarên HAWAR NETê dikim û di jiyana we ya rojnamegeriyê de serkeftinê dixwazim.
Jêder: hawarnetrojev