Berpisê “ÎHRDC”: Kurdan zêdetirîn qurbanî bo dabînkirina mafên xwe dane

Serpereştiya nû yê Navenda belgename ya mefên mirovan ya Îranê, Rad sencabî bi stu girtiye û ajansa nûçegihaniya kurdpa di roja mafên mirovan a cîhanî de, hewce zanî hevpeyvînekî wê der bareyê de bi wî re pêk bîne.

Rad Sencabî, neviyê Dr. Sencabî kesayetiyê navdar û rêberê berê yê Eniya Neteweyî(Cibhê milî) li Îranê ,dibêje: Navenda Belgenameyan heya niha du raport der bareya mafên mirovan li Îranê amade kirine û weşandine, raporteke din jî derheq kasibkaran de di mehên pêşerojê de yê bo bilav kirinê amade be.

Ew çalakvanê mafên mirovan herweha di wê gotûbêjê de qala ciyawazî û wekhev bûnê navbera sîyasetmedarekî çalak û çalakvanekî hiqûqî de dike û ser wê baweriyê ye ku Kurdan zêdeyî her kesî bo dabîn kirina mafên xwe qurbanî dane.

Naveroka hevpeyvînê bibînin:

Kurdpa: Pirsa yekem wek armanca binirx ya vekolîna bi belge emê weha destpê bikin; Sedemên sereke ên binpêkirina mafên mirovan li Îranê çi navendek in? Gelo sebeba vî karî, navendên ewlekarî ne, yan mijara binpêkirina mafên mirovan li Îranê, sîstematîk e?
Rad Sencabî: Di demekê de ku navendên ewlekarî ên hikûmeta Îranê di binpêkirina mafên siyasî û sivîl ê çalakvanan de roleke sereke dilîzin û heya di piraniya doseyên ewlekarî de(ji aliyê karbidestên Îranê ve) hatiye ragihand in ku ew wezaret hukmên cezayî ên tawanbaran eşkere dike, lê piraniya haletên binpê kirina mafên mirovan li welatê Îranê, koka wan bi yasayên cur bi cur ên Îranê nemaze yasaya bingehîn a wî welatî werdiger e. Dema xala 4’em a yasaya bingehîn dibêje:“Hemû yasayên sivîlî, cezayî, madî, aborî, Îdarî, Çandî, leşkerî, siysî û xeynî wan divê gorî yasayên Îslamî bin.Ew xal (esl) li ser tevahiya yasayên din de hakim dibe û ji hev weqetandina wan yasayan bi stuy birêneberên konseya nobedari(Şorayê Nigehban) e. Bi wî awayî kumê şeriî didane bi serê hemû yasayên din û pêşiya çanda serdestiya yasayî dibe asteng.

Mafên darizandina bi e’dil, mafên jinan, mafên kêmîneyan û mafên cezayê bi wî awayî li Îranê tên bin pêkirin ku ew rêbaz wek çêkirina bingeheke nasnameyî bo hikûmeta Îslamiya Îranê hatiye pejirandin.

Kurdpa: Gelo bi nerîna te mijara binpê kirina mafên mirovan a hikûmeta Îslamiya Îranê, bo welatên Rojavayî ku niha bernameya navokî a welatê navbirî xistine bin zext û givaşan de,pirs an dilgiraniyek heye? Yan bi awayekî din aya! karnameya mafên mirovan bo cîhanê û beyannameyên mafên mirovan, girîngiyek heye yan na ?
Rad sencabî: Bi giştî hekî bê gotin sîstema hikûmeta Îranê zext û givaşên derheq mafên mirvon de ne tenê bi micid nabîne, belku ser vê baweriyê ye ku cî bi cî kirina pirensîpên mafên mirovan di bernamayên sereke yên Navneteweyî de bi cih nabin û ew jî wek lîstikeke şanoyî bo nîşan dana xurt bûn û şiyana siyasî a welatên cîhanê dibîne; her wek ku tê dîtin tu car di pirogilama Navokî a Îranê de, qala pirsa bin pêkirina mafên mirovan nehatiye kirin.Lê dîrokê nîşan daye ku welatên ku bê zexta akinciyan, mafên mirovan biparêzin, gellek kêm in. Eger lihevkirina(Atomî) a dawîn bê wajo kirin û zextên rojane yên ambargoyan li ser xelkê rabin, dikarin di pêşerojê de nifşa navincî xurt bikin û derfet bi xelkê bên dayîn daku bikaribin daxwaza mafên xwe yên rewa bikin.

Kurdpa: Navenda ku tu têde xebatê dikî çavan û di çi beşan de binpêkirina mafên mirovan bi belge berhev dike û wan belgeyên amade kirî radestî çi naven yan welatekî dike?
Rad Sencabî: Navenda belgename a mafên mirovan ya Îranê , navendeke bi awayekî fermî li ser tu dewlatan nîne. Erka wê evaye ku raporta ji riya pirs kirin ji girtiyên berê, parêzer û xizmên wan ve, bi delîl berhev dike û bi analîzekirina wan raportan bi wateya hiqûqî ya wan, ji riya çapemeniyê û torên civakî ve bilav dike.

Kurdpa: Her wek dizanî piranya kesên ku ji aliyê ajansa nûçegihaniya Kurdpa ve tên xîtab kirin xelkê rojhelatê Kurdistanê ne, Navenda belgename a mafên mirovan ya Îranê, çi hengavek derheq binpêkirina mafên mirovan li Îranê hilgirtiye?
Rad Sencabî: Heya niha wê Navendê, du raport derbareya binpêkirina mafên mirovan li rojhaletê Kurdistanê amade kirine; yekem derbareye bi dar vekirna Kurdan ji aliyê hikûmeta Îslamiya Îranê ve di sala 1979’an de bû, yaduyem jî derheq binçav kirin û îdamên îro rojçê yên Îranê ne ku ji aliyê wê Navendê ve hatine çap û bilav kirin. Her weha niha raporteke nû debareya pirsa kasibkaran de hatiye amade kirin ku yê mehên pêşeroja me de, bo raya giştî ê bê diyar kirin.

Kurdpa: Wek kesekî hiqûdan ti çi ciyawazî û wekhev bûnekî nav bera çalakvanekî siyasî û hiqûqdanekî mafên mirovan de dibînî ?
Rad Sencabî: Hiqûqnasekî ku bo sebt û analîzekirina rewşa mafên mirovan a hemwelatiyên xwe kar dike û miaş werdigre, ligel çalakvanekî adî çi di warê mafên mirovan de û çi jî di warê siyasetê de ciyawaziya wan heye, jiberku bo derbirîna baweriyên takî, çalakvanekî a’dî (xeynî girêdayî navendeke tauybet), azadiyeke kamîl heye û tu sînorek jê re ber çav nehatiye girtin.Erka hiqûqdanekî di warê hiqûqî de, berevanî kirin ji mafên însanî ye (bi bêy eve ku tu sînorekî siyasî jê re bê diyar kirin)lê çalakvanekî siyasî hewce nake daku wan sînoran biparêz e.

Kurdpa: Ji havîna ev sal midûriyeta rêvebirina Navenda bidelîl (esnad) a mafên mirovan ya Îranê te bi stu girtiye û zaten çalakî di navendên han de pêwîstî bi hewil daneke giştî û bi bername heye. Birêz Sencabî wê Navendê bo çareseriya binpêkirina mafên mirovan di nav wan girûpane, nemaze Kurdan de, çi bername û rêbazek amade kiriye?
Rad Sencabî: Pişkek berçav ji mafên mirovan li Îranê bi awayekî neyasayî tên binpêkirin (azadiya hizr û raman, xwenîşandan û serbestiya baweriyê û ...hwd tên asteng kirin). Herçend ku rweşa han bi ser hemû akinciyên Îrançê de hakim e lê Kurdan bihayeke giran bo wê yekê dane û zêdetir qurbanî bi xwe girtin e.Serbarê weşandinên ku pêştir amaje pê hat kirin Navenda belgename bi riya berhevkirina bergeyên bi delîl ji zîndaniyên berê û binpêkirina mafên mirovan li deverên kurdakincî, bi şiroveye kirina bûyerên binpêkirina mafên mirovan û aghdar kirna bîr û raya giştî ji wê yekê, hewla xwe dide.

Kurdpa: Di demekê de ku em bi 10’ê Desember (çileya pêşîn) nêz dibin gelo hûn rewşa mafên mirovan di civaka Îranê û Kurdistanê de çavan dibîn in ?
Rad Sencabî: Mixabin bûyerên ku em dibînin gellek diltezîn û cihê dilgiraniyê ne. Lê destpêkê divê armanc ne eva be ku kerameta însan bê parastin daku bikaribe pêşerojê de nafên xwe yê rewa biparêze ku ew yek divê wek koka sereke ya her sîstemeke yasayî be; jiber ku pirsgirêk û arîşeyên sereke ên her welatekî li pêşerojê , di çarçoveya dewleteke rewa adîl û yasayî de çareser dibin.

Kurte ji jiyan û çalakiyên Rad Sencabî
Ez Nîsana sala 1984’an, li Tehranê ji dayîk bûm û di 6 mehiya temenê xwe de me welatê xwe bi cî hişt.bi sedema pîşîneya siyasî a malbatê, min nikarî ez wergerim Îranê û li Amerîkayê mezin bûm.bavê bav(bapîr)ê min Dr. Kerîm Sencabî rêberê berê yê Eniya Neteweyî a Îranê bû ku bi sedemên rexne girtin ji ne yasayî û siyaseta hikûmeta Îslamiya Îranê nemaze yasaya tol hilgirtin(qisas)û şelaq lêdan (hed), li sala 1981’an ji aliyê Xumênî, avakerê hikûmeta Îslaniya Îranê ve, wek kafir (morted) hat tawanbar kirin. Wî bona parastina jiyana xwe û malbata xwe bi neçarî Îran bi cî hişt û koçberî derveyî welat bû. Min xwendina xwe di qonaxa karnasî (di rîşeya dîroka Aborî a Îran a serdema Pehlewî ) de bi dawî kir.

Her weha bawernameya duktoriya hiqûq li zanîngeha Waşîngton a bajarê Sênt Loîz a Amerîkayê min qazanc kir.Berya vê ku ez têkildarê Navenda belgename a mafên mirovan ya Îranê bibim, ez li Hindistan û Kambocê mijûlê çalakî û lêkolînan derbareya fesada îdarî gendelyan, her welha midûriyata lawaza a aborî di wav welatan de bûm. Piştî ku ez wir hatim, di dawiya xebateke du sale de wek karnasê hiqûqî di Navenda belgename a mafên mirovan ya Îranê de min “Filoşîpa ” mafên mirovan a Binyata Robîna li zanîngeha Bîl bi dest xwe ve anî. Havîna ev sal jî wek midûrê Navenda belgename a mafên mirovan ya Îranê hatim hilbijardin. Serbarê vê hindê di tevgera qaşoyî şer û her wisa bizava mafên karkeran de jî, min çalakî kirin e.

A: X. Lehon