Berpirsyarên girtîgehaSeqizê îzna mirexesiyê bi hepsiyek Kurd nadin

13:55 - 15 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: berpirsyarên zîndana bajarê Seqizê îzna mirexesiyê bi girtiyek Kurd nadin.

Li gor nûçeya gihiştî bi Ajsansa Kurdpa:Elî Emînî girtiyê siyasî ê Kurd serbarê vê yekê ku çendîn car daxwaza mirexesiyê kiriye, lê heya niha berpirsyarên vê zîndanê bersiva vî nedane.

ew zîndaniyê siyasî ê Kurd roja 23’ê Xezelwera sala 1391’a rojî jibo derbas kirina hukmê xwe serdana girtîgeha bajarê Seqizê kir.

Elî Emînî Sermaweza sala 1388’a rojî ji aliyê Îdareya Îttlat a bajarê Seqizê hat girtin û heyamê 22’ rojan li îttlatên bajarên Seqiz û Sinê de hat ragirtin.

kesek nêzîk ji malbata wî girtiyê siyasî bi Ajansa Kurdpa,ê ragehand: di heyamê girtinê de bi tundî ji laiyê hêzên îttlatî ên dewleta Îranê hatiye eşkence kirin û asevarên eşkencê li ser leşê vî xûya dike.

navbirî paşê bi danana barimteya 30 milyon timenî bi awayekî demkî serbest hate berdan. Girtiyê han ji aliyê serdozgeriya Şoreş a bajarê Seqizê bi 4’ salan hepsa “Tezirî” hatibûmehkûm kirin ku paşê li dadgeha pêdaçûna parêzgehê de ew hukim bo 3’ê salan hate kêm kirin.

di heyamên 6’mehên bihorî de dezgeha Dadewerî a Komara Îslamî a Îranê, daxwaza dana îzna mirexesiyê jibo girtiyê han qebûl nekiriye.