Berhema nû a Kamkaran belav bû

16:09 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: “Gozey Taze” nûtirîn berheme ku Kamkaran bi alîkariya Ava Medya belav kiriye.

Malpera Weşanxaneya Serdem dide zanîn ev berhem bi dengê Bîjen Kamkar û bi awazên Kamkaran pêk hatine ku nemaze ji: Gozey Taze û Awatî Dûrî ji helbestên Goran, Binemay Rûh ji Mewlana, Awêtebûn ji Peşêw, Gunbedî Mîna ji Hafiz, Mal û Mînim ji Mewlewiyê Kurd.

Jenyarên Kamkaran Neyrîz Kamkar, Siyaweş Kamkar, Erjeng Kamkar û Erselan Kamkar in.

Korsa Xatûnên wê Komê, Miryem Ibrahîmpûr, Seba Kamkar, Hana Kamkar û Qeşeng Kamkar û Korsa Mêran jî Peşeng û Erjeng û Erdeşîr û Erselan in.

Koma kamkaran ji bo cara yekemîn li sala 1344’an a rojî li bajarê Sine weke Komek Malbatî bi Serperistiya Mamusta Husên Kamkar dest bi karê xwe kir.

Li sala 1374’an wê Komê li Tehranê Fêrgeya Azada Mosîqayê damezrand ku heya niha tê de mijûlî fêrkariya mosîqiyê ne.