Berên Nivîsandî Ên İşkevta Dîrokî Ya Luristanê Hatin Talan Kirin

12:13 - 8 Kanûna pêşîn 2011

Kurdpa: Berên Nivîsandî yên îşkevta Mîr Melas ku dîrokek 12 hezar salî heye bi sedema kêmxemî û neparastina wê, ji aliyên navendên pêwendîdar ên Îranê, hatin dizîn.


Ev îşkevta ku li çiyayê Ser Surxîn û li 30 kîlometriya bajarê Kûhdeşta bajarê Luristanê ketiye xwedî gellek wêne û kişandinên ser dîwaran in ku zêdetir bas ji şer û ravkirin û berevaniya mirvên kevnar dike.

Di nav wêneyan de wêneya hewanên weke kel, se, rêvî, çêl û nemaze hesp û hespsiwar hatine kişandin ku li nav berên kevnar ên Îranê de bê mînak in.
Serbarê ew girîngiya û taybetmendiyên ku îşkevta Mîr Melas heye, mixabin tu car saziya parêzerê şûnwarên dîrokî û kultûrî bi başî nediparastin û gavên pêwîst jêre nehatiye avêtin bo tomarkirina wan û her eva jî bûye sedema talan kirinn wan.