‘Belgeyên me li ser Malikî têra wê yekê dikin bêyî lêpirsîn dest jikar bikşîne’

22:20 - 5 Tebax 2012
Hevpeyvîn: Hîvîdar Ehmed
Endamê Firakisyona Hevpeymaniya Kurdistanê û Endamê Komîteya Amadekirina Dosyeya Vexwandina Malikî bo Parlamentoya Îraqê, Ferhad Etrûşî, heftiya borî weke endamê Komîteya Neft û Gazê li Parlamenê Îraqê ligel komîteyê hate Hewlêrê, ew dibêje ku bi baweriya wî ev komîte piştî vê serdanê wê nerîna wan bê guhertin. Ji ber ku ji wan re xuya bû ku ev gotinên Bexda derbarê Herêma Kurdistanê dike nerastin.

Komîteya Neft û Gaza Parlamenê Îraqê serdana Wezareta Samanên Sirûştî yên Herêma Kurdistanê kir. Gelo mebesta wan ji vê serdanê çi bû?
Ferhad Etrûşî: Komîteya Neft û Gazê ya Parlamenê Îraqê berî demekê behsa vê yekê dikir ku hewlek bê dayîn bo pejirandina yasaya neft û gazê ku wê bibe sedema çareserkirina pirsgirêka neft û gazê dinavbnera Hewlêr û Bexda de. Bo vê mebestê hat pêşniyarkirin ku em serdana Herêma Kurdistanê bikin da bizanin pirsgirêk çiye û çawa çareser dibe. Min jî ku endamê vê komîteyême got em eger ji yasaya neft û gazê destpêbikin em ê neghîjin ti encamekî berçav, lê pêwîsate em serdana Herêma Kurdistanê bikin û bizanin çima Hikûmeta Îraqê pişka Herêma Kurdistanê ji berhemên neftê qutkiye û rastiyan bizanin. Ev ê bibe pêngavek ku em behsa babetên din jî bikin. Em hatine û Wezîrê Samanên Sirûştî jî her tişt berçavkiriye, bi taybet ev girêbestên neftê ku Herêma Kurdistanê ligel kompaniyeyan îmzekirine. Kompiyeke van girêbestan dane hemû endamên komîteyê da êdî nebêjin girêbestên Herêma Kurdistanê nezelalin. Herwiha bo me eşkere bû ku ji 700 hezar bermîlên nefta ku Hikûmeta Îraqê dibişive (diavaêre û pak dike) bo pêwîstiyên hundirê Îraqê tenê 400 hezar bermîl dighînin parêzgehan û rojane 300 hezar bermîl wenda dibin. Aştî Hewramî jî got ez weke pisporekî warê neft û gazê dizanim ji her 100 hezar bermîlan rêjeya ji sedî 5 pûç dibe. Lê Hikûmeta Îraqê bêtirî rêjeya ji sedî 50 weke pûçbûn daniye, ku di ti welatên dinyayê de ev tişt nîne. Rojane dahatê van 300 hezar bermîlan nexuyaye. Herwiha Aştî Hewramî got Hikûmeta Îraqê ev nefta tesfiye dike her bermîlê bi 10 Dolaran dide parêzgehan, lê ev dahat jî nediyare. Aştî Hewramî her di vê civînê de bi belge nîşanî me da ku nêzîkî 50 milyon bermîlên neftê ku di vê demê li Îraqê hatine firotin dahatê wan nexuyaye, ku li gor buhayê niha yê bazarê neftê buhayê 5 milyard Dolar dibe. Herwiha bi dekomênt nîşanî me de ku Hikûmeta Îraqê pişka Herêma Kurdistanê ji berhemên neftê qutkiriye û nade, li şûna ku 140 hezar bermîlên neftê bide weke rêjeya Herêma Kurdistanê, ew tenê 15 hezar bermîlan dişîne Herêma Kurdistanê. Di vê civînê de ku du rojan domkir derket holê ku gelek tiştên berê Bexda behsa wan dikir ne bi wê şêweyê ne.

We serdana zevî û stasyonên neftê yên Herêma Kurdistanê kir?
Komîteyê du serdanên meydanî encam dan, serdana stasyona elektirîka 1000 megawatî ku tiştekî gelek balkêş tê de hebû û bi 90 kesan dixebitî. Wezareta Neftê Îraqê jî ku tenê 5000 megawatên elektirîkê berhem tîne, bêtirî 100 hezar karmendên wê hene bo van pênc hezar megawatan. Hikûmeta Îraqê di dema şeş salên borî de bêtirî 30 milyard Dolaran bo elektirîkê xerc kirine lê tenê pênc hezar megawat hene. Herêma Kurdistanê bo her 1000 megawatan tenê yek milyard Dolar xerckiriye ku ev jî ji aliyê kertê taybet hatiye misogerkirin, lê ne ji aliyê hikûmetê. Ez di vê bawerê de me ku di vê serdanê serdanê de boçûna endamên Komiteya Neft û Gazê himber Herêma Kurdistanê hat guhertin. Lê em hêşta jî nikarin bêjin yasaya neft û gazê wê di van demên nêzîk de derkeve, ji ber ku Hisên Şehristanî siyaseta xwe ya dijî Herêma Kurdistanê didomîne.

We ligel Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê behsa şandina nafta xam a Herêma Kurdistanê kir bo Tirkiyê?
Wezîr got ew tenê çar tankerên nefta xam dişînin, ev jî bo tesfiyekirinê li Tirkiyê bo misogerkirina berhemên neftî yên weke benzîn, gazwail û maddeyen din bo Herêma Kurdistanê. Ji ber ku Hikûmeta Îraqê pişka Herêma Kurdistanê nade. Aştî Hewramî got jî ew neçarin her rêbazekê bidin meşandin bo dabînkirina pêwîstiyên Herêma Kurdistanê ji şewatekê.

Niha behsa kirîna çek û teknolojiya nû ya leşkirî tê kirin bo çekdarkirina leşkirê Îraqê. Berpirsên Hikûmeta Bexda jî dibêjin mafê Herêma Kurdistanê tune bêyî razîbûna Bexda çekan bikire, gelo mafê Herêma Kurdistanê yê kirîna çek heye?
Pirsgirêka berpirsên Îraqê eve ku ew hizir dikin Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşeke ji Hikûmeta Îraqê, ev şaşe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebeşeke ji Hikûmeta Malikî, em beşekin ji dewleteke federal. Hikûmet tişteke û dewlet tiştekî dine. Pirsgirêka me tune ku Îraq çekan bikire, ji ber ku Kurd jî divê xwediyên vî çekî bin û divê bi haydarbûna Kurdan biryara bikaranîna van çekan bê dayîn. Metirsiya Kurdan jî eve ka Hikûmeta Îraqê çawan û boçî bikar tîne. Hikûmeta Îraqê niha bi şêweyekî nehênî gelek çek û teqemeniyan dikire tevî helîkopterên şer jî. Herwiha gelek çekên Amerîkî yên pêşketî jî kirîne bi taybet bo saziya dijî terorê ku rasterast girêdayî buroya Malikiye. Bi rastî ev pêngavên metirsîdarin, niha Îraq di qeyraneke siyasî deye û Malikî jî bi îsrare li ser kirîna firokeyên F16, em jî tirsa me heye ku van çekan bo siyasetê bikarbîne bi taybetî dijî van aliyên himberî siyaseta Malikîne.

Palamenterekî Firakisyona Goran li Parlamenê Îraqê berî heftiyekî ragihand ku li gor haydariya wî ji gotin û axaftinên berpirsên Bexda, saleke din dom nake û wê Malikî êrîşî Herêma Kurdistanê bike. Haya we jî ji vê pilana Malikî heye bo ser Herêma Kurdistanê?
Li gor analîza me bo mêjî û tevgerên serkirdeyên Dewleta Yasayê û yên nêzîkî Malikî, ew wisa bawer dikin ku ew bêtirîne û pêwîste Malikî bimîne. Yekgirtina Îraqê jî girêdayî mayîna Malikiye. Ew di wê bawerê de ne ku Malikî zilamê vê qunaxê ye. Malikî diravekî mezin jî bo ragihandinê terxankiriye da Herêma Kurdistanê kirêt bikin. Herwiha diravekî mezin jî terxankiriye bo kirîna endamên Parlamenê Îraqê.
Belgeya we heye?
Belê belge li berdestin.
Wî parlamenterên Kurd jî kirîne?
Nexêr Kurd nekirîne, lê endamên din hene yên ser bi lîsteya Îraqiye ku dirav standine, otombêlên dijî gulleyan û villa jê re hatine dayîn û mirovên wan wezîfedarkirine. Parlamenterê Lîsteya Dewleta Yasayê ku niha bazirgane û li Beyrûtê rûdine, Îzzet Şabender kesan dişîne cem filan wezîr da girêbestên neftê û projeyên din bistîne ku bi buhayê milyonan Dolarane.

Gelo niha ti hewldanek heye ku Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Serokwezîrên Îraqê, Nûrî Malikî bihevre rûnin û pirsgirêkên xwe çareser bikin?
Nexêr, bi ti awayekî ev hewldane tune, ji ber ku Malikî divê biçe. Mayîna Malikî ne tenê bo Kurdan lê bo tevaya Îraqê xirabe. Malikî eger minîne wê rewşa hundirîn a Şîeyan tevlihev bibe û Malikî kontirola caddeya Şîî bike. Malikî bimîne wê şerekî mezin di navbera Serdiyan û Malikî de weke hikûmet çêbibe. Jiber ku mayîna Malikî tê wateya nema Sedriyan.
Helwesta Dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê çiye li ser Malikî?
Roja pêncşemî civîna min ligel Serok Barzanî hebû, ew jî dibêje berdewam bin û ti xemsariyê di xebata xwe de nekin.
Dewleta Yasayê û Hevpeymaniya Nîştîmanî qet daxwaz ji we nekiriye hûn bi hevre rûnin û pirsgirêkan çareser bikin?
Wan çendîn caran daxwazkiriye û dibêjin em hevalin û dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Ez dixwazim vê yekê bi şêweyekî eşkere bêjim, Serok Barzanî eger tiştekî wî yê kesîtî ligel Malikî hebûya îro baştirîn derfete bo cîbicîkirina xwestekên wî. Lê ez dizanim û haya min jê heye ku eger Barzanî îro her daxwaziyekê bike, Malikî amadeye cîbicî bike. Lê mesele ne eve, mesele pirsgirêka kurde ligel Hikûmeta Îraqê. Ez nikarim navê kesî bêjim, lê serkirdeyekî mezin ê Îraqê gote min Malikî gotiye Kek Mesûd eger bes helwesta xwe biguherîne, ez amademe xwestekên wî cîbicîbikim.

Pêkhatina şer di navbera Sedri û Malikî de, rastiye yan boçûna te ye?
Ev bçûna mine. Malikî di civînekê de behsa vê yekê kiriye ku eger 40 endamên Lîsteya Îraqiye ligel wan bin, ewê pehînekê li Sedriyan bidin û ji Hevpeymaniya Nîştîmanî derxînin. Heta niha jî bi sedan endamên Baska Sedr di zîndanan de dimînin, lihevhatin wisa bû ku serkirdeyekî Baska Sedr bikin Serokê Heyeta Lêpirsîn û Dadperweriyê, lê heta niha nekirine. Malikî niha plankiriye ku hijmareke zêde ya endamên Lîsteya Îraqiye bikşîne aliyê xwe û bi taybetî yên radekal ên rûniştvanên navçeyên qutkirî heta bêje ez nûneriya bêtiriya Îraqiyan dikim, da bimîne. Niha dibêjin Îraqeke xurt tenê bi Malikî tê avakirin.

Lê niha helwesta Sedriyan weke berê netunde himber Malikî û ew neligel jêstandina baweriyêne ji Malikî?
Nexêr newisaye, Hevpeymaniya Şîî li vê dawiyê Komîteyaa Çaksaziyê avakir û Baska Sedr ji vê komîteyê paşdezîvirîn û gotin ev tenê çend hevokên rêzkirîne û em neligel vî şêweyê çaksaziyêne. Maweyê karkirina hersê serokatiyên Îraqê divê ji du geran bêtir nebe, bi nerîna min ev jî serdikeve. Lê gelo Dadgeha Bilind a Federal vê yekê qebûl dike yan na, ev tiştekî dine. Metirsiya me jî ji vê ye, ji ber ku heta niha hemû biryarên Dadgeha Federal bo berjewendiya Malikî derketine.

Niha behsa zîvirîna Serkomarê Îraqê, Celal Talebanî tê kirin ku bizîvire pirsgirêk berbi çareseriyê biçin?
Tendirustiya Mam Celal derfetê nade ku ew gelek karan encam bide û weke berê xebatê bike.

Lê Serokê Firakisyona Hevpeymaniya Kurdistanî, Dr. Fuad Masûd ragihand ku ligel zîvirîna Talebanî wê kongreya nîştîmanê bê sazkirin û pirsgirêk çareser bibin?
Kongreya Nîştîmanî ne di destên Dr. Fuad Masûm de ye, çend aliyên din hene di hevgirtina Firakisyonên Kurdistanî de, Lîsteya Îraqiye, di nava Şîeyan de jî xelk hene divê biryarê bidin, loma biryara kongreya nîştîmanê newisa hesane.
Niha behsa zîvirîna efserên Baasî tê kirin, hûn di parlamenê de çima bêdengin?
Malikî ku ev şeş salin li ser desthilatê ye hewla zîvirandina efserên Baasî dide. Em naxwazin vê mijarê di nava parlamenê biazirînin da nebe mijara sereke ya parlamen û parlamen jikar nekeve. Ji ber ku xwesteka Malikî û daxwaziya wî eve ku ev parlamen jikarbikeve da mijara bangirina wî û jêstandina baweriyê bê rawestandin.

Hûn di serî de gelekî germbûn di meseleya jêstandina baweriyê ji Malikî, lê niha hûn bêdengin. Gelo ev babet bi dawî bûye?
Nexê, bi dawî nebûye û me gelek bi hûrî xebata xwe encamdaye bo amadekirina dosyeyan ku ev tometên em rastî Malikî dikin gelekî xurttir bin. Raste ev babet hinekî paşdema û xelk jî bêhêvî bû. Lê ev babet wê di nêzîktirîn dem de bikeve tevgerê û em ê doza bangkirina Malikî wê destpêbibe.

Hûnê kengî wê bang bikin?
Komîteya amadekariya vê meselê di vê heftiyê de yan di çend rojên dahatî de, em ê bi germî daxwazê ji Serokatiya Parlamenê bikin ku nameya bangkirina Malikî bo parlamenê bişîne Serokatiya Wezîrên Îraqê.

Belgeyên komîteya we bo mesela lêpirsîna Malikî, çiqas wê bibin sedema jêstandina baweriyê ji wî?
Belgeyên me gelekî mezinin, eger ev belge li ser serokwezîrên her welatekî hein, bêyî ku lêpirsîn ligel bê kirin wê dest ji karî bikşîne.

Tu pêşbînî dikî ku Malikî bê himberî parlamenê?
Ez nizanim, lê li gor pêşbîniya hemû hevalan wê Malikî amade nebe û dosyeyan bişîne Dadgeha Federal û vê mijarê paşde bihêle. Ew ê hemû hewldanan bike da neyê himberî parlamenê.

Eger nehat hûnê çi bikin?
Em ê bi şêweyê neamadebûn lêpirsînê ligel encam bidin.

Bi nerîna te Malikî sûd ji nakokiyên navbera PDK`ê û YNK`ê dît û di berjewendiya wî de bûn?
Ez nabêjim nakokî û duberekî, lê du boçûnên li ser Malikî wisa kiriye ku bi kêmanî ev bababet paşde bimîne.

Malikî ser vê yekê xebitiye ku cudahiyê bixe navbera Kurdan de?
Belê, bêguman wisa kiriye ku êdî yek dîtin û boçûna Kurdan nebe!

Jêder: Rûdaw