Bêkarî sedema sereke ya firotina gurçikan di Îranê de ye

23:26 - 13 Gulan 2012
Kurdpa: Mistefa Qasimî berpirsyarê encomena xêrxaziya piştevanî ji nesaxiyên gurçikan li gotûbêja di gel rojnameya Tehranê ragehandiye ku li Îranê de bi awayê navincî li hemberî her yek kes ku xwazyarê pêwendiya gurşikan e, çar kes xwazyarê firotina gurçikên xwe ne.

Navbirî her weha îşare bi vê yekê jî kir ku ku kesên ku xwediyê giropa xwînî ya A+in, heta amade ne ku gurçika xwe bi nirxê kêmtir ji şeş milyonî jî bifroşin, û herweha ragehand ku piraniya firoşyaran sedema sereke ya vê diyarokê vedigerînnedestengiya malbatî û nebûna derfeta kar ku ew rêjeya nêzîk bi %90 ya wan kesan pêk tîne, ku rojane serdana Civata Piştgirî ji Nesaxên Gurçikan dikin.

Mistefa Selîmî îşare bi vê yekê jî kiriye ku piraniya firoşyarên gorçikan li bajarên derveyî Tehranê û bi taybetî herêmên hejar û paşvemayî ye ku dest didne firotina gorçikan.