Bêhurmetîkirina Elî Yûnisî şêvirmendê serkomarê Îranê li dijî Ereb û Turkên Azerî ziman

21:14 - 14 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Elî Yûnisî şêvirmendê Hesen Rûhanî serkomarê Îranê axivtinên nijadperestane li dij Ereban kir.

Li gor nûçegehaniyan, Elî Yûnisî şêvirmendê serkomarê Îranê, piraniya hereketên niha ên deverê, wekî vegerandina desthelatdariya Ereban bi ser cîhana Îslamê de dazanîn, û girûpa DAÎŞ jî li derveyî vê çarçoveyê de nedanî.

Wî got: “Ereb di hember Îranî û Turkan de, xwe bi kêm dizanin, û DAÎŞ bersiveke dîrokî ye bo pêdviyên wan bi ser desthelatdariy cîhana Îslamê de”.

Eva di demekê de ye ku beşek ji xelkê Îranê ji Ereban pêk hatiye, lê Elî Yûnisî ev bi cuda nedan zanîn.

Şêvirkarê serkomarê Îranê amaje bi kuştina Emîn xelîfeyê Ebasî kir û got: “Îraniyan bi kuştina Xelîfeyê Ebasî bo heta heta binaxeya desthilatê ji Ereban wergirtin”.

Elî Yûnisî her di vê demê de got: “Heke Îmam Riza di Îranê de neba, niha ne Îran hebû, û ne Îslam. Eva di demekî de ye ku Îmam Riza ji nesla pêxember e, û ew kesek Ereb û ji eşîreta Qoreyşê Haşimî bû, ku di girava El-Ereb de jî ji dayîk bû.

Elî Yûnisî di beşek din ya gotinên xwe de derheq bi dana dirûşma Xelîca Ereb ji aliyê Azeriyan ve di lîstikgeheha Tewrêzê bi awayekî xurt êrîş kire ser Azeriyen, û ev kes bi xwefiroş nav birin, û di wî warî de got: “Hejmarek xwefiroş hereketên pîs û bitehlûke bi navê Azeriyan encam didin, û dirûşma Xelîca Ereb didin” û got: “Ev kes ne Îranî ne, û ne jî Azerî”.