Bane / milîtarên Îran serê welatiyik kurd kirin ermanca şêlikiya xwe

20:05 - 18 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: welatiyik kurd bi dû şêlikiya Heng ê Merzî( Hêza sinorî)a şarê Banê, li nexweşxana Sinê de razandin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; hêzên intizamî yên cî girtî li dewera Nemeşîr, welatiyik Kurd bi navê Celal, kurê Hecî Qadir, gulle bi serê vî dan.

Qewimiya şeva Yekşem, 27ê heyva behmen(16 February 2014) li nêzî gundê Encîne ji dewra mihala Bulhesen, hatiye pêş.

Bi gotina serekaniyik agadar, binemala vî welatiyê Kurd li rewşa çon bi yekik ji gundên ser sînoriya Banê, bi amanca dîtina kesên xwe bûne ku, wesayita wan ketiye ber şêlikiya rasterasta hêzên milîtariyê hukûmî.

Hetiye gitin, şêlikî bi wan bêyî agadarî û fermana rawestan bûye.

Heya weşîna vê raportê, Celaê Hecî Qadir li sedem lêdana gulle bi serî vî, li senterên midîkalên şarê Sinê, bin çavdêriya duxtoran deye.

Rewşa giştiya tendurustiya vî welatiyê Kurd , zor xirab û kirîtîk hatiye ragihandin û raportêrê Kurdpa li Banê de, nasnama efserê ku bi Celal şêlikî kiriye, Serwan “M” rahihandiye.

Roja 16a vê heyvê de ji li sînorên Banê, li gundê Çoman de, welatiyik Kurd bi navê Ehmed kurê Celal, ketibû ber şêlikiya milîtarên Henga Merzî(hêzên sînorî) û bi dujwarî birîndar bibû.