Amerîka ji Bercamê derket

16:12 - 9 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Serkomarê Amerîkayê di axavtinên xwe de, biryara yek alî da, û mohra mirinê li ser Bercamê da, û ji vê lihevkirinê derket.

Donald Tramp serkomarê Amerîkayê, di heyamên derbazbûyî de di gotûbêjeke rojnamevanî de, bi awayê fermî biryara derketina ji lihevkirina Bercamê dabû, û ev lihevkirina digel hikûmeta Îranê pêk hatibû bo hertim çû nav dîrokê de.

Trump di axavtina xwe de bas ji vê kir ku, hikûmeta Îranê tevî vê ku ev lihevkirinnameya Bercamê vajo kiriye, lê çalakiyên mûşekî yên xwe berfireh kiriye, û mezintirîn piştevanê terorîzmê di cîhanê de bûye, û herwisa hikûmeta Îranê tu guherînkariyek di nav xwe de encam nedaye.

Trump di beşeke din a axavtinên xwe de bas ji vê kiriye ku, em nikarin di nav vê lihevkirinnameyê de bim îînin ku pêşerojeke metirsîdar û gef e bo ser cîhanê.

Herwisa navbirî ji hikûmeta Îranê re hişdarî jî daye ku, hekî ev çalakiyên xwe yên têkderane bidomînin, wê ew hikûmeta rastî cezayên giran bê.

Trump di vê derheqê de axivî ku, ev belge û faylên ku di çend rojên derbazbûyî de serkomarê Îsraîlê dane eşkerekirin, vê yekê nîşand dide ku hikûmeta Îranê li pey bi destveanîna çeka navikî ye.

Hejayê basê ye ku, Donald Tramp her di destpêka karê xwe de gotibû ku, ew wê lihevkirinnameya Bercamê bidirîne, û niha jî piştî derbazbûna çend mehan bi ser devra serkomariya Trump de, navbirî mora mirinê li ser Bercamê zeliqand, û ji vê lihevkirinnameyê derket.