Amerîka dorpêçên nû bo ser Îranê Îlan kirin
22:07 - 18 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî vê ku girtiyên Amerîkî yên ku di girtîgehên Îranê de, di pêwendî digel rûniştinên navbera Îran û YE û Amerîkayê de serbest hatine berdan, Amerîka dorpêçên nû li hember mûşekên balistîk yên Îranê îlan kir.
Li nûçeyên ku gihane Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Wezarete Gencîneya Amerîka roja 17’ê Çileya Paşîn a 2016’an di daxyunameyekê de, gotibû ku emê li hember çalakiyên Îranê yên derveyî çarcoveya bernameya “Bercam”ê de berdewam bin li sersepandina dorpêçan, ev dorpêç derbarê çalakiyên piştevanîkirina Îranê ji terorîsmê, çalakiyên alozkirina herêmê, çalakiyên binpêkirina mafên mirovan û bernameya mûşekî a Îranê de ne.
Li gor vê daxuyaniya Wezareta Gencîneya Amerîka îlan kiriye, 7 kes û 3 nawend bi rêzbenda dorpêçên mûşekî yên Îranê hatine zêdekirin.
Herwiha li nav wan 7 kesên ku di rêzbenda dorpêçên Amerîkayê de ne, navê hevwelatiyekî Çînê jî tê xûyakirin.
Navê wan kesên ku di bin dorpêça Amerîkayê de ne bi wî awayî ne:
1-Se’îd Mehdî Ferhî
2-Rehîmrêza Ferqanî
3-Se’îd Cevad Mûsevî
4-Seîd Mihemed Haşmî
5-Se’îd Mîrehmed Nûşîn
6-Husên Pûrneqşbend
7-Mîngfu çên ku xelkê Çînê ye
8-Kompaniya Lend Anhuy
9-Kompaniya bazirganî a Kandîd general
10-Kompaniya bazirganî a Mebruke
Adam Zurbîn cîgîrê Wezîrê Gencîneya Amerîkayê da zanîn ku: Bernameya mûşekên navkî yên Îranê gefên berçav in ji bo ewlekariya herêmê û cîhanê, û hertimî ev yê li jêr dorpêçên navneteweyî de be.