Amerîka dixwaze Îran gişt Girtiyên Siyasî Serbest berde

15:03 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Wezareta Derveya Amerîkayê di daxyaniyekê de bas ji rewşa ne libar a Mihemd Sidîq Kebûd Vend û Nêrgiz Mihemedî kiriye.

Pêka Rapora Rdio Ewrûpaya Azad, “wiktorya Noland”a Berdevka Wezareta Derveya Amerîkayê, daxwaz ji Îranê kir ku her çi zûtir Girtiyên Hizrî û Siyasî serbest berde.

Li rojên bihorî de 3 Saziyên Nevdewletî ên Berevanîker ji Mafên Mirovan jî di daxuyaniyek hevpar de ji Îranê xwastibûn ku Mihemed Sidîq Kebûd Vend û Nêrgiz Mihemedî bi bêy Merc û qeyd serbest bike.

Mihemed Sidîq kebûd Vend Girtiyê siyasiye Kurd û Çelengê Mafên Mirovan di pêxema Nerazîtî tewlî nedana Izna Hevdîtina Malbatê û hilawsîna Girtiyan, li hilkefta 6’ê Cozerdana Îsal ve heya niha gireva birçîbûnê gitiye.