Alîn: "Albûma min bersivek hunerî ye ji sîstemên dagirker, kevneperest û civaka feodal re"

15:17 - 20 Tebax 2012
Hunermenda navdar a Kurd Alîn bi albûma xwe ya nû a bi navê \"Hêviyên Westiyayî\" derket pêşberî hezkiriyên xwe. Me wek Destgehek Ragihandinî bi Alîn re derbarê jiyana wê, albûma nû, rewşa mûzîka Kurdî û pêşketinên di rojeva Kurdan de axifîn. Hûn dikarin xwe hinekî xwendevanên me bidin nasîn, Alîn kêye? Hûn dikarin derbarê destpêkirina xwe ya bi muzîkê bikin…Alîn: Berî her tiştî ez spasiya Rojnama Hawar Net\'ê dikim û piştî destûra cenaben we, ez ê dixwazim bersiva cenaben we bidim. Belê, ez bi xwe li Zaxo dayik bûm e û li Kurdistana rojava li deşta Hesena mezin bûm e. Min Zanko di mejara Seydela de temam kirîye û her weha min Instituta Muzîk e jî li Elmanya bi dawî kiriye. Bê goman her hunermend bi cewra li dûra xwe û bi taybet li jingeha cevakî, a ku te de mezin dibet, bi bandor dibe. Ji ber ku malbat di nava karê têkoşîna rizgarîye de bû û di nava tevgera Kurd e bû, loma ez jî ji keçkatiya xwe ve bi derd û êşen gelen Kurd êşam û ev bû rêbaz û bingeha sereke ji hestên min, yên hunerî û muzîkî.

\"Ez jî wek her Kurdek welatparêz û hunermendek dilsoz li per komployan rast hatim\"


-HAWAR NET: Birêz Alîn we albûma xwe ya duyem derxist. Ka hinek behsa \"Hêviyên Westiyayî\" bikin.

Alîn: Ev pirsek zor balkeşe û di heman demê de jî zor xemgin e, lê ez e bersîva pirsa we li ser albuma xwe, a duyemin bi nave\"Hevîyen westîyayî\" bidim.

Gava mirov bi del û can wek ku Hoşemîn dibeje \"Eger mirov ji dil û can tekoşine bo rizgariya gelê xwe neke, mirovê hertim barê bindistîyê bikşîne\" ez wek wek keçek welatparezek Kurd, ku min di keçkatiya xwe de û di hemû jin û jiyana xwe de himyeta mezin da fekir, huner û tekoşina rizgarîye. Lê mixabin, ez wek her Kurdek welatparêz û hunermendek dilsoz li per komployan rast hatim û qidera min ev bû, kû ez bi xwe di dawîye de li berxwe bidim û îradek tekoşerî wek jinek tene û hunermendek bilindar li ber xwe bidim û derdê gelê bilindar jî tevlî jiyana xwe, a hundir bikim.

Li alîyek din, keça Kurd û hunermenda Kurd û kesayetîya we hin ji derdê sîstemên kevne perest û hovane di cevaka feodal de, dinale. Albuma min bersivek hunerî û edebî ye li ser ve rastîye.

- HN: Çima hêvî “westiya” ne?!

ALÎN: Hevî bi xwe naveroka şoreştîya sîkolocîa mirove û gava ku, bê xwedî û te ne dimîne, hevî û bê bawerî bi hev re dikevin şer û li dijî yek û du pevçûna bê dawî bi qasî qelenê jiyana azad, berdîlye dixwaze. Car caran têre dike û car caran jî têre nake û winda dibe!

\"Strana \"Min bihistî\" temsîla birîna gele Kurd û mirovahîya balkeş dike..\"

- Di albûma we ya pêşîn de strana bi navê “Min Bihîstî” – ku ya Mihamed Şêxoyê ye- ku bi Xêro abbas re duet çêkiribûn gellek deng veda bû. We hêvî dikir ewqas deng vede ew stran?

Strana \"Min bihistî tu nexweşî\" bi rastî temsîla brîna gelê Kurd û mirovahîya balkeş dike. Ev berîn, berîna bê bextîya komploya navdewletî li dijî îrada rezgarîya gelê Kurd di sala 1975 an carek din di çarcova vê strana min de, xwe ji nû ve jîn kir.

Lê jibir ku, ez wek hunermindek Kurd jin, min ji jana vê birîne û ji jana mirovahîya xemgin ji dil û can strand û bi wê re jiyan dibim û bi rûndekin (hêstirên) çavan û hevîyen westayî û bi gorgor strand!
Hunermend gerek e ji dil û can û bi hestên mirovahî û xwezayî derd û realîta jiyan e bîne ziman, huner li ver ser dikeve û li ver di keve di nava wijdana mirovahîye de, loma min texmin dikir, ku ev stran ne wek te stranen din bê û birînen bê derman carek din kewyî bike!

\"5 klîpen nû amade ne\"

- We klîbek jî kişand an na?

Belê, min 5 klîpen nû kişandin e û yek min bi Hunermend Kawa re kişandîye û 4 ren den, wê di demek nêzik de bên e weşandin.Wek ku, hun dizanen, min 3 klîp li Kurdistan e kişandine û 2 li Almanya kişandiye.

- Wek tê zanîn êdî bi saya medyaya înternetê û torên sosyal de êdî hunermedn dikarin bi avayekî erzan xwe bigehênin gûhdarvanên xwe. Gelo hûn jî hewl didin ku medyaya înternetê baştir bikarbînin. Gelo malperekî we heye an na?

Ev gavek zor giring e jibo hunere û mîna perek yekser e. Ez bi taybet Facebook e bi kar tînim. Di demek nîzik de, ezê malperek zor bi rêk û pêk amade bikim.

\"Divê di muzîka Kurdî de bi sîstemen akademî xebat bên meşandin\"

- Derbarê pêşketin û kêmasiyên salên dawî a di muzîka Kurdî de nêrînên we çiye? Mûzîka Kurdî li gor ve ber bi ku ve diçe û divê ber bi ku ve biçe? Fikrên we ser vê meseleyê çine? Pêşniyarên we çi ne?
Huner bi xwe medresa jiyan e ye û ev medrese ne mulke xwe ye û divê herdim bi derde gel û mirovahîye berdewam be. Lê di heman demê de, ev medrese divê bi sîstemen akademî û rek û pek be te saz kirin û nama xwe bighinet gele xwe.

\"Hunermend e, ku te ne bi Kurdî distrê û di jiyan e de bi tirkî qise dike, ew ticaran nikare hunera rewa û ji bo pêşxistina ziman û hunera Kurdî pêk bîne...\"

- Hunermedên ku Kurdî distrên di jiyana xwe ya rojane de zimanê Tirkî an jî zimanên din bikar tînin, hûn vê yekê çawa dibînin û gelo beyî jiyaneke bi Kurdî mimkune hûnera ser hîma Kurdî were pêşxistin?

Mixabin, ev pers min zur tiştên û zor bandorek negetîv li ser pêşxistina hunera Kurd dike. Jiber ku huner û zargotîna rast û muzîka rast û dige rast bi zimanê dayeke ve û zimanê jiyana rojane ve girêdayî ye. Ew hunermend e, ku te ne bi Kurdî disteret û di jiyan e de bi tirkî qise dike, ew ticaran nekare hunera rewa û hese hunere û ziman e hunere jibo pêşxistina zimanê Kurdî û hunera Kurdî pek bîne.

Raste, zor baş e, ku hunermend bi zimanên biyanî bizanet, lê em wek kurd, ku huner, ziman û nasnama me qedexe ye û aîmîlasyon dibe, berî her tiştî ji hunermendan dixwaze, bibin leheng û sîmbolen evîna huner û zimanê Kurdî di jiyane gel de!

Di nêrîna min de, ew hunermendek ji dilê û ne durest e û nesuhî ye gava di jiyan e de bi zimanê xwe qise neke. Ez bi xwe çend zimanan dizanim, lê ez hertim di jiyane de zimane Kurdî bi kar tînim!

- Hûn pêşketinên siyasî û rojevê dişopînin?

Bê goman, ez wek welatparezek û hunereindek Kurd polîtika dişopînim û heta kare muaasesatî jî û diplomasî jî dikim.

\"Banga min ew e ku zimane Kurdî li Bakur bibe zimanê jiyane, male û zarokan!.\"

- Kurd li bakûrê Kurdistanê di gellek warên cûda de xwebirexistin dikin û mafên xwe bidest dixin. Ji şaredariyan heta navendên çandê gellek saziyên Kurdan hene. Li gorî we sazî û dezgehên han rolên xwe yên ser pêşketina çand, huner û zimanê Kurdî de dileyzin? Li gor we kêmasî an jî çewtiyên bingehîn çine? Hêviyên we çine?

Tenê jîbo agahîyan, ez hunermendek Kurdim û derdê gelê Kurd li her çar parçan Kurdistanê tînim ziman. Lê her çawabe, ezê bersîva we bidim.

Li Kurdistana Bakur mixiben, serî kû jimarek zor mezin xwe digihîne25 mîlyon Kurd hin jimarek mizin bi kurdî neizanin û hin jimarek mezin serî bi kurdî dizanin jî, lê bi tirkî qise dikin. Heta bi zaroken xwe re û heta di mal da! Ev yek bandorek pir nîgetîv li ser pêşketina zimanê Kurdî dike. Serî kû, her çawa be, hinek pêşketin çê bû ye, lê ne gorî merhele ye û ne gorî paya rizgarîya ziman û nasname ye.
Loma banga min ewe, kû zimane Kurdî li Bakur bibet zimanê jiyane, male û zarokan!

- Tu herî zêde kîjan hunermendan (Kurd û biyanî) gûhdarî dikî?

Ez hunermedên de nemir Mihemed Sêxo, Eyşes Şan, Meryem xan, Shan, Ardewan Zaxolî, Şivan Perwer, Eyaz Yusif, Tahsin Raha zor hez dikim.

Ez bi muzîke, hunere, karê xwe rek û pek di mijara Seydela de û karê dîplomasî û muaasesatî de mijul dibim. Programek min nû ji bo konsertan heye.

- Tiştekî ku we herî eciz dike çiye?

Derew, dû rûtî û îxanet.

- Felsefeya we ya jiyanê çiye?

Felsefa min di jiyan e de ew e, kû ez ji başîyen gelen biyanî li Ewropa fêrbibim û ji nebaşîyen wan dûr herim û her weha ez tishtên baş peşve bidim û tiştên ne baş di jiyan e de jibîr bikim û sûde ji wan wergerim û dubare nekim.

- Di dawiyê de derveyî pirsên vê hevpeyvînê hûn dikarin tiştek bêjîn ji xwendevanên me re û lê zêde bikin…?

Ez temîna xwe li hemû xort û keçên Kurdan dikim, ku bixwinin û xwe bi fekir û qelê peşve bidin û li xwe û doza xwe hertim xwedî derkeven.

- Em spasiya te dikin û di karên we de serkeftin û pêşketinê ji bo te dixwazin...

Û ez di dawîye de zor sopasîya rojnama Hawar Net\'ê dikim û hemû rengên pêşveçûn û seketinê bo kar û tekoşîna we a hunerî, çandî û kurdewarî dixwazim. Zor spas.

Jêder: Kurdistan-news