AHMET TURK: DÊ KURDISTAN SERBIXWE BIBE

14:12 - 8 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Hevserokê KCD\'ê û parlementerê bajarê Mêrdînê Ahmet Turk diyarkir dê 4 perçeyên Kurdistanê bibe yek perçe.

Pêka nûçeyê Ajansa “Nûçehaber”, Turk di şahiya BDP\'ê ya Qoserê de axivî û bal kişand ser pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê dibin û got ku \'bila hemû kes bizane dê 4 perçeyên Kurdistanê bibe yek.

Turk silav li destkeftinên Qamişloyê, Amûdê, Efrîn, Dêrika Hemko û Kobanî kir û got ku \"Bila Hemû kes bizane ku dê 4 perçeyên Kurdistanê bibe yek. Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîna xwe a rêxistînî azadiya xwe bides xistine\" Her weha Turk diyarkir ku dê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê bibin hêviya gelên Rojhilata Navîn jî.

Ev yekem axivîna Ahmet Turk piştî Êrîşa hovaneya Dewleta turk bi ser Sivîliyan li Civîna Amedê bû.