Agirgirtina sobeya neftî bû sedema şewitîna mamostayekî
20:08 - 1 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di yek ji xwendingehên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat de, sobe agir girt û ew yek bû sedema vê ku mamostayek bişewite.
Li gora nûçeyan, Roja Duşemiyê 9’ê Sermawezê, di xwendingeha Elîpûr di gundê “Qupuz”a şaristana Heştrûd, sobeya xwendingehê agir girt, û ew yek bû sedema vê ku dersxwan bikevin nav metirsiya şewitînê de.
Îbrahîm Selmanî xelkê gundê Qupuz got ku nebûna îmkanatên destpêkî bona ragirtina agir di xwendingehê de, bûye sedema vê ku em ji kepsûlên agirvemirandinê ên gund bona vemirandina agir mifahê werbigrin.
Mihemedreza Selîmpûr bexşdarê nawendî ê Heştrûdê jî bi nûçegihaniya xwendekarên Îranê “ÎSNA” ragehandiye, ku Wezareta Perwedehiya Heştrûsê di vê bûyerê de tawanbar e, jiber ku serokê vê îdareyê li cem birêvebrê giştî ê nûsaziya xwendingehan gotibû ku di xwendingeha Heştrûdê de tu sobeyeke xeyrî standard tuneye.
Wî herwisa got ku ez nizanim ku çima Wezareta Perwerdehiyê daxwaz kiriye ku nabe ew bûyera bigihîje guhê ragehandinan.
Ew bûyera di demekê de rû daye ku Wezîrê Perwerdehiyê Elî esxer Fanî roja borî ragehandibû ku: “Îsal 40 hezar polên xwendinê wê xatirê xwe ji sobeyên neftî bixwazin, û me wisa bernamerêjî kiriye, ku heta yek du salên din em sîstema germkirina xwendingehan standardsazî bikin, da ku dersxwan ji vê nîgeraniyê derkevin”.
Heyamekê berî niha murteza Re’îsî serokê saziya nûsaziya xwendingehan ragehandibû ku %75 ji polên xwendinê ji sobeyên standar bêpar in, wate aliyê kên 200 hezar kes di bin metirsiya agirgirtina sobeyên neftî de dijîn”.