4 çalakvanê edebî di Bokanê de hatine desteserkirnê

17:12 - 21 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: 4 çalakvanê edebî ên xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatine desteserkirin û bo lêpirsînê, bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê, hatine veguhastin.

Li gorî nûça ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî, 23`ê Rezberê, 4 çalakvanên edebî ên Kurd ên xelkê Bokanê bi navên “Jaka Îsmaîlpûr” û “Simko Meirûfî”, “Hûmen Feyzî” û “Şaho Xizrî”, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve, hatine desteserkirin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, ew 4 çalakvanên Kurd, piştî kombûna nerazîbûnê ku bo piştewanî kirin ji Rojavayê Kurdistanê bi rêveçûbû, ji aliyê hêzên Îtila`ata bajarê Bokanê ve, hatibûne desteserkirinê û bo lêpirsînan, bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûne vegihastin.

Ew çavkanî ew jî got: Di dema desteserkirina wan welatiyan de, malên wan jî hatibêne vekolînê.

Heya belavbûna wê nûçê, ew 4 welatî di girtîgeha îdareya Îtla`ata bajarê Urmiyê de ragirtine û heya niha hegera desteserkirina wan xûya nine.