3ê endamên Encumena Mamosteyên Kurdistan - Sine û Kelaterzanê hatin serbestkirin

17:32 - 24 Hezîran 2022

Roja Pêncşemî 2ê Pûşperê, “Xeyas Ni`metî, Bêhzad Qewamî û Riza Tehmasibî” endamên Encumena pêşeyî ya mamosteyên Kurdistan - Sine û Kelaterzanê, bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatin serbestkirin.

“Xeyas Ni`metî û Bêhzad Qewamî” roja Çarşemî 25ê Cozerdanê, di pêwajoya kombûnên nerazîbûna mamosteyan de li bajarê “Sin”ê hatibû binçavkirin.

Herwisa “Riza Tehmasibî” roja Duşemî 30 Cozerdanê, bi bê hebûna belgeyên yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.