35 sinatorên Amerîkayê daxwaza zêdekirina tehrîman liser rejîma Îranê dikin

23:35 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: 35 sinatorên Amerîkayê ku ser bi her du partiyê Komarîxwaz û Demokrat in, di nameyekî de daxwaz ji Serkomarê welatê xwe kirin ku tehrîm û dorpêçên ser rejîma Îranê zêdetir û tundtir bikin.

Wan sinatoran di nameya xwe de ku Îro Sêşemî berwarê 12’ê Temûzê, wate di bereberê salvegera wjûkirina lihevkirina “Bercam”ê de ji Obama re Şandine, daxwaza zêdekirin û tundkirina tehrîmên dijî Îranê kirine.

Di vê nameyê de ku ji aliyê du sinatorên Amerîkayî bi navên “Sozan Kolînz” û “Bîl Nêlson” ve tê rêberêkirin, daxwaz ji serkomarê welatê xwe Barak Obama kirine ku, garantiya vê yekê bide ku tehrîmên liser Îranê, ên ku ne girêdayî bi mijara etomî ne, bên tundkirin.

Ev sinator ku yasadanerên Amerîkayê ne, rejîma Îranê bi tevdanîkariyê di herêmê de tawanbar dikin, lewra di nameya xwe de daxwaza garantiya tehrîmên herî tund li dijî Îranê kirine.