3 Saziyên Navdewletî ên Mafên Mirovan daxwaza Serbestiya Kebûd Vend kirin

16:25 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: 3 Saziyên Navdewletî ên Mafên Mirovan daxwaza Serbestiya Kebûd Vend li Desthilatdarên Komara Islamiya Îranê kirin.

Saziya “Lêborîna Navdewletî”, “Fedrasyona Navdewletiya Civakên Mafên Mirovan” û “Civaka Berevanî ji Mafên Mirovên Îranê” ev 3 Saziyên Navdewletî ên Mafên Mirovan in ku daxwaza Serbestiya bê qeyd û merc a Kebûd Vend ê Berpirsyarê Saziya Mafên Mirovên Kurdistanê li Desthilatdarên Komara Islamiya Îranê kirin.

Kebûd Vend, Sernivîserê Heftînameya “Peyamê Merdomê Kurdistan” û Berpirsyarê Saziya Mafên Mirovên Kurdistanê, li hilkefta 6’ê Cozerdanê ve bi henceta nedana Izna hevdîtina Malbatê, gireva birçîbûnê gitiye.

Wan 3 Saziyan, Kebûd Vend weke Girtiyek Siyasî daye nasandin ku he ma seva Çalkiyên Rojnamegrî, Mafên Mirovan û derbirîna hizrên aştîxwazane, hatiye binçavkirin.