Bane; Xalid Mehemmedî, kolberê ciwan, temen 23 salî û dezgirtídar, bi teqeya rasterast  hêzên leşkerî hat kuştin

22:21 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2025

Berî sibehê roja Sêşem 17ê Pûşpera 1404an a Rojî, "Xalid Mehemmedî" temen 23 salî û xelkê Bane, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî di sînorê bajarê Bane de hat kuştin.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye;Hêzên leşkerî yên hukûmetê bê hişyariya berê ev kolberê hanli sînorê "Şabdin" a Bane bi teqeya rasterast kirine armanc.
 
Ev kolberê ciwan xwedî dezgirtî bû û xelkê gundê "Encîne" ya ser bi bajarê Bane ye.
 
Heta dema belabûna vê nûçeyê, termê wî kolberî ciwan hîn di nexweşxaneyê de ye û radestî malbatê nehatiye kirin.