Tepeserkirina Newrozê li Kurdistanê; Çalak Pîrûzî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

Roja Şemiyê 2ê Xakelêweya 1404an a Rojî, xortekî Kurd bi navê “Çalak Pîrûzî” 19 salî, xelkê gundê “Serdûş” a ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, binçavkirina vî welatiyê Kurd bêyî belgeya dadwerî hatiye encamdan.
Çalak Pîrûzî endamê Komeleya Çiya Kesk a Merîwanê ye.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser vî ciwanê Kurd li ber dest nîne.
Navçeya Merîwanê di heyama du rojan de (1 û 2’ê Xakelêweya 1404’an) bû şahidê pêleke berfireh a binçavkirina welatiyên Kurd. Ev binçavkirin bi giranî piştî gazîkirina ji bo Îdareya Îtla`atê an serdegirtinên hêzên ewlekarîyê bêyî belgeya dadwerî hatin kirin, û gelek caran bi rêgirtina li pîrozbahiyên Newrozê an çalakiyên çandî yên aştiyane ve girêdayî bûn.