Sine; Sîwan Xefûrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin
14:22 - 16 Kanûna Paşîn 2025
Roja Duşemî 24’ê Befranbara 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Sîwan Xefûrî” xelkê bajarê Dîwandere û rûniştiyê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin ev ciwanê 29 salî li bajarê Sine binçavkirin e.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê han ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Sine hatiye veguhastin.
Sîwan Xefûrî xelkê gundê “Qocar”a ser bi bajarê Dîwandereyê ye.
Heya dema weşandina vê nûçeyê, li derheq sebeba binχçavkirin û tohmetên li dijî Xefûrî de ti agahî nehatine bidestxistin.