Mehabad; Mihemed Efîdî piştî ku bo Îdareya Îtlaatê hatibû vexwendin hat binçavkirin

23:50 - 3 Kanûna Paşîn 2025

Roja sêşemî 11’ê Befranbara 1403’an a Rojî, Mihemed Efîdî temen 28 salî û xelkê Serdeştê û rûniştiyê gundê “Seholan” a bajarê Mehabadê, piştî gazîkirina bo Îdareya Îtilaata Mehabadê hat binçavkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, piştî binçavkirna wî welatiyê Kurd, ev ciwanê Kurd bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtilaata Urmiyê hatiye veguhastin.
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeb binçavkirin û tohmetên li ser Mihemed Efîdî de ti agahî nehatine bidestxistin.
 
Her di vê derbderheqê de, roja Sêşemî 11’ê Befranbara 1403’an a Rojî, du ciwanên Kurd bi navên “Rizgar Molûdî” temen 17 salî û “Kamar Îzedî” temen 17 salî xelkê gundê “Seholan” a bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.