Welatiyê Serdeştê Xalid Mihemediyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

19:44 - 29 Kanûna pêşîn 2024

Sibeha roja Şemiyê 8’ê Befranbara 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Xalid Mihemediyan” kurê Hesen xelkê gundê “Nestan” û rûniştiyê bajarê Rebet a ser bi bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê li bajarê Rebetê, bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, avêtine ser mala vî welatî û piştî lêgerîna malê, ew binçav kirine.
 
Heya dema belabûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Mihemediyan de nînin.