Pîranşar; Binçavkirina Emîn Baziyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
19:43 - 29 Kanûna pêşîn 2024
Sibeha roja Înê 7’ê Befranbara 1403’an a Rojî, ciwanekî Kurd bi navê “Emîn Baziyan” xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han binçav kirin e.
Emîn Baziyan sala 1375’an a Rojî ji dayîk bûye û kurê Mihemed e.
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser vî ciwanê Kurd tine ye.