Soran Mihemedpûr li Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

01:04 - 29 Kanûna pêşîn 2024

Roja Înê 7ê Befranbara 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê Soran Mihemedpûr temen 25 salî û xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
 
Li gorî çavkaniyekê, binçavkirina wî welatiyê Kurd bêyî belgeya dadwerî hatiye encam dan.
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser wî, tu agahî nehatine destxistin.
 
Her di vê derheqê de, roja Înê 7’ê  Befranbara 1403’an a Rojî, Mûsa Resûlî xelkê gundê Xorînc a ser bi bajarê Pîranşarê û Bêhzad Mehmûdî û Aram Mihemedî sê welatiyên xelkê Peswê ya ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin e.