Sine; Raporek li ser binçavkirin û berdana demkî ya Êzetullah Fereculahî

19:10 - 4 Kanûna pêşîn 2024

Roja Pêncşemî  8’ê Sermawez a 1403’an a Rojî, Êzetulah Fereculahî welatiyê bajarê Sine, bi danîna barimteya 3 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji girtîgeha Îdareya Îtilaata Sine bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Fereculahî di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina malbatê re bêpa bû.
 
Êzetulah Fereculahî li 10’ê Rezbera 1403’an a Rojî bê belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo navenda Îtlaata Sine hatibû veguhastin.
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.