Pîranşar; Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve birîndar bû

22:18 - 12 Kanûna pêşîn 2024

Roja Çarşemî  21’ê Sermaweza 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Ebdullah Meirûfî” xelkê Pîranşarê, li sînorên vî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat birîndarkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê li bilindahiyên devera “Sê Çûman” li sînorê Pîranşarê rasterast gule berdane vî kolberî.
 
Ev kolber di vê bûyerê de ji zik, ling û destê xwe birîndar bûye û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Pîranşarê hat veguhastin.
 
Ebdullah Meirûfî xelkê gundê “Gezgsekê” ya Pîranşarê ye, zewicî ye û du zarokên wî hene.