Îdamkirina çar girtiyan li girtîgeha Îlamê

19:08 - 4 Kanûna pêşîn 2024

Sibeha roja Sêşemî 13’ê Sermawez a sala 1403’an a Rojî, cezayê îdamê yê 4 girtiyên bi navên “Hesen Hesenbêygî” xelkê Serab Karzan, “Ferîde Ceferzade” xelkê Îlamê, “Aliye Kavirîzade” xelkê bajarê Dêhloranê û “Ebdulwehab Babaxaniyan” xelkê bajarê Bedreyê  li girtîgeha navendî ya Îlamê bi rê ve çû.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, Ebdulwehab Babaxaniyan di Xezelwera sala 1400’an a Rojî de bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” ya xwişk û zavayê xwe hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamê lêhatibû birîn.
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got:  Aliye Kavirîzade jî Du salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” a hevjînê xwe hatibû binçavkirin û cezayê îdamê lê hatibû birîn.
 
Vê çavkaniyêla haydar diyar kir: Hesen Hesenbêygî û Ferîde Ceferzade pêştir bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” cezayên îdamê li wan hatibû birîn.
 
Heta niha nûçeya ídamkirina van 4 girtiyan ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.