Dîwandre; Binçavkirina çalakvanê medenî Emîr Mihemed Xanî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
Roja Çarşemî 7’ê Sermawez a 1403’an a Rojî, Emîr Mihemed Xanî, çalakvanê medenî ê xelkê Dîwandereyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê medenî bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe hatiye binçavkirin.
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heya niha Mihemed Xanî ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye.
Vê çavkaniya haydar diyar kir: şopandina malbata vî çalakvanê medenî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye.
Emîr Mihemedxanî zewicî ye û zarokek wî heye.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.
Ev çalakvanê medenî pêştir jî bi sedema çalakiyên xwe yên di sala 1397 û 1398`an de hatibû binçavkirin û cezakirin.