Emîrhisên Rostemî Pataqî li girtîgeha Hemedanê hat îdamkirin

00:50 - 23 Çirriya paşîn 2024

Sibeha roja Pêncşemî 1’ê Sermawez a sala 1403’an a Rojî,  girtiyê bi navê “Emîrhisên Rostemî Pataqî” kurê Siyamek xelkê gundê “Pataq”a ser bi Serpêl Zehawê, li girtîgeha Hemedanê hate îdamkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê 23 salî 5 salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.