Emîr Babolî ji bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Mehabadê hat veguhastin
Roja Pêncşemî 17’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, Emîrr Babolî welatiyê gundê Lec a ser bi bajarê Mehabadê, hate binçavkirin û bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê û propaganda li dijî dewletê” û herwiha ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Mehabadê ve, bi 6 sal heps hat cezakirin û herwisa ji aliyê taya 101a Dadgeha Duyem a Cezayên Giran a Mehabadê ve bi îdiaya "çek hilgirtin û ragirtin" salek cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê han di dadgeha Şoreşê de jî ji tohmeta “şer û muharibe” de hat lêborînkirin.
Roja Yekşemî 23ê Rêbendana 1401an a Rojî, Emîr Babolî bi danîna barimteya giran heta dawîhatina dozê bi awayekî demkî ji girtîgeha Mehabadê hatibû azadkirin.
Roja Şemî 25’ê Pûşpera 1401’an a Rojî, ev welatiyê Kurd bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlekarî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.
Babolî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin û di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpa mabû.