Amanc Ezîzî li girtîgeha Urmiyê hat îdamkirin

00:36 - 16 Çirriya paşîn 2024

Sibeha roja Înê 25’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, girtiyê bajarê Rebet a Serdeştê bi navê “Amanc Ezîzî” li girtîgeha navendî ya Urmiyê hat îdamkirin.
 
Ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê roja Pêncşemî 24ê Xezelwer a sala 1403an a Rojî boodeya takekesî hatibû veguhastin.
 
Amanc Ezîzî xelkê gundê “Aqlan”ê, nêzîkî 8 salan berî niha bi tohmeta “kirîn û firotinacmadeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.