Îdamkirina Omîd Şêx Kanlû li girtîgeha Urmiyê

17:44 - 15 Çirriya paşîn 2024

Sibeha roja Çarşemî 23’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, girtiyê bi navê “Omîd Şêx Kanlû Mîlan” xelkê bajarê Selmasê li girtîgeha navendî ya Urmiyê hat îdamkirin.
 
Ev girtiyê han nêzî 3 salan beriya niha bi tohmeta “destdirêjî” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê berpirsên dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
 
Omîd Şêx Kanlû Mîlan xelkê taxa Îslamavaya ser bi bajarê Selmasê bû.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.