Navendên binçavkirinê yên ewlehiyê yên Sine; Berdewama binçavkirina Ferşad Şokrila piştî 48 rojan tu agahî ji çarenûsa wî nehat girtin

17:42 - 15 Çirriya paşîn 2024

24 Xezewera 1403an a Rojî, 48 roj bi ser binçavkirina Ferşad Şokrila, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Seqizê re derbas dibe, ku heya niha jî li yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Sine di bê agahiya tam de ye.
 
Li gor çavkaniyeke agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Ferşad Şokrla, welatiyê Kurd ê xelkê Seqizê, roja Şemiyê 7ê Rezber a 1403an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Seqizê ve hatiye binçavkirin û piştire bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Sine hatiye veguhastin û piştî derbasbûna 48 rojan, ti agahî li derheq çarenivîsa wî de nînin.
 
Çavkaniya agahdar a Kurdpa dibêje; Di vê heyamê de şopandina malbata Şokrla li saziyên ewlehiyê yên Seqiz û Sine ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe  bê encam bûye û saziyên ewlehiyê jî tu bersiv nedane malbatê.
 
Roja 7’ê Rezbera 1403an a Rojî, Ferşad Şokirila li bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bê ku belgeya dadwerî bê nîşan dan, bi ser mala wî de girtin û di dema binçavkirina wî de, bêyî nîşandana belgeyeke dadweriyê, dest danîn ser tiştên wî yên şexsî wek telefona destan û laptopa wî.
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.