Kirmaşan; Yek ji çalakvanên civaka Yarasan Emîrhisên Heqcûyan bi danîna barimteyê hat berdan

10:09 - 6 Çirriya pêşîn 2024

Roja Şemî 14’ê Rezbera 1403’an acRojî, Emîrhisên Heqcûyan, pismam û hevalê nêzîk yê Riza Resayî, xwepêşanderê îdamkirî, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya Kirmaşanê, bi awayekî demkî hat azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê civaka Yasaran, di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên malbatê re bêpar bûye. 
 
 Heqcûyan di 9’ê Rezbera sala 1403’an a Rojî de piştî bidawîbûna pêvajoya lêpirsînê, bo girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hatibû veguhastin. 
 
Sibeha roja Duşemî 2’ê Rezbera 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê êrîş birin ser cihê kargeha Emîrhisên Heqcûyan, li bajarê Sehne ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê û ev navbirî binçav kiribûn. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Haqcûyan de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin. 
 
Emîrhisên Heqcûyan kurê yek ji endamên Meclîsa Şêwra Çalakvanên Medenî a Yarasanê Xeyrûllah Heqcûyan e. 
 
Sibeha roja Sêşemî 16’ê Gelawêja 1403’an, Riza Resayî yek ji xwepêşanderên serhildana şoreşgerî ya Jin Jiyan Azadî, bi awayekî tam veşartî li girtîgeha Dêlizava ya Kirmaşanê hate îdamkirin. Ji ber givaşên dezgehên ewlehiyê termê wî bi rijandina betonê li goristana “Mînava” ya Kirmaşanê ku zêdetirî 3 demjimêran dûrî cihê wî ye, bi rêgirtina birêveçûna merasima ola Yrsan ûtenê bi amadebûna endamên pileya yekem ên malbatê hat veşartin.