Luqman Zengî piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Şinoyê hat berdan

10:08 - 6 Çirriya pêşîn 2024

Roja Şemî 14’ê Rezbera 1403’an a Rojî, Luqman Zengî temen 52 salî yê xelkê gundê “Kanî Sûrak” a ser bi bajarê Şinoyê, piştî danîna barimteya Yek milyar û 200 milyon Tûmenî, ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, di heyama çend rojên borî de ji girtîgeha Îtlaata Urmiyê bo girtîgeha Şinoyê hatibû veguhastin. 
 
Sibeha roja Çarşemî 14ê Xermanana 1403`an a Rojî, ev welatiyê Kurd bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina Luqman Zengî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.