Girtîgeha Nexede; Seidûn Şerîfî bi danîna barimteyê hat berdan

22:21 - 31 Çirriya pêşîn 2024

Roja Sêşemî 8’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Seidûn Şerîfî” kurê Hisên xelkê gundê “Girdase” ya ser bi bajarê Pîranşarê, piştî danîna barimteya Du milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexede hat azadkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji yek ji navendên girtîgeha Urmiyê bo girtîgeha Nexedeyê hatibû veguhastin.
 
Êvariya roja Çarşemî 14’ê Xermanana 1403’an a Rojî de, ev welatiyê Kurd bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.
 
Di dema binçavkirina Şerîfî de telefona destan a navbirî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dest bi ser de hatibû girtin.
 
Heya niha li derhe sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Se`idûn Şerîfî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.