Cezayê îdamê yê  Mirovet Elî Keremî li Girtîgeha Navendî ya Kerecê birê ve çû

17:42 - 30 Çirriya pêşîn 2024

Sibeha roja Sêşemî 8’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, girtiyekî bi navê “Mirovet Elî Keremî” xelkê devera “Balavend” a ser bi Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Kerecê hate îdamkirin.
 
Ev girtiyê han roja Şemiyê 5ê Xezelwerê ji bo birêveçûna cezayê îdamê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.
 
Mirovet Elî Keremî beriya 4 salan bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.